Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî meşeke girseyî hat lidarxistin

15/02/2023
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî meşeke girseyî hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ji bo şermezarkirina komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, Îro saet 10`an bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo û gundewarên wê, bi durişma `Emê Bi Têkoşîna Gelan Prergala Îmraliyê Hilweşînin` meşek li dar xistin.

Di meşê de endamên meclisa Qamişlo, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongireya Star, nunerên Rêveberiya Xweser, Saziya Malbatê Şehîdan, tevayiya Saziyên Sivîl û Civakî û HêZên Ewlekariya Hundirîn amade bûn. Herwiha beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan Hildabûn û siloganên, bê serok jiyan nabe û bijî serok Apo, digotin.

Meş ji çerxereya Sonî dest pê kir û heta çerxereya Şehîd Robar ya li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dewam kir. Herwiha beşdaran deqîqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên azadiyê û tevayiya şehîdên ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan çanê xwe feda kirine sekinîn. Piştre Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî û komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

`Çareserî û kilîta pirsgirêka gelê azadîxwaz rêber Apo ye`

Asya Abdullah da zanîn ku komploya li ser Rêber Apo li hemberî gelê kurdistanê, tevahiya gela û li hemberî mirovahiyê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: Rêber Apo ji bo bidawîkirina qirkirin û pinpêkirina li ser gelê me, têkoşîneke mezin meşand. Ji bo wê jî gelê kurd di pêşengtiya Rêber Apo û têkoşîna azadiyê de derbasî qonaxeke nû bû. Herwiha li hemû qadên jiyanê têkoşîn mezin bû û fikirê Rêbertî belav bû. Ji bo wê li Rojhilata Navîn çareserî û kilîta pirsgirêka gelê kurd û tevayiya gelê azadîxwaz rêber Apo ye.

Asya di berdewamiya axaftina xwe de got, Em têkoşîn û berxwedaniya we ya li dijî komployê û Rêberê berxwedana serdemê li Îmraliyê Silav dikin. Em tevayiya hêzên komploger û kesên ku di nav de cih girtin nalet û şermezar dikin. Hêzên komploger xwestin bi vê komployê roja me tarî bikin û hebûna gelê kurd ji holê rakin, li dijî wê têkoşîna gelê kurd dest pê kir. Armanca wan ya sereke ew bû ku şerekî mezin di nava gelan de pêk bînin û têkoşîna azadiyê vala derxînin. Lê berxwedaniya Rêber Apo vê komployê vala derxis û gelekî bi hêz ava kir.

`Bi hevre komplo û qirkirinên li ser gelê xwe vala derxin`

Asya Abdullah di dawiya axaftina xwe de got, divê wek gelê Kurd û tevahiya gelên li herêmê em bi hevre kar û xebata xwe mezin bikin û îrade û hêza xwe xurttir bikin. herwiha bi hevre komplo û qirkirinên li ser gelê xwe vala derxin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.