Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desthilatdariya Îtîhatparêz li dar e

19/07/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Desthilatdariya Îtîhatparêz li dar e
Share on FacebookShare on Twitter

Li Tirkiyeyê êdî rewşekî nû heye. Hemû derdor vê rewşê li gor sekn û pozisyona xwe pênase dikin. AKP vê yekê wekî şoreşek mezin peşkeş dike, Kemalîst wekî “têkçûna pergala demokratîk”… Li gor me ev yek ne şoreşke û ne jî rakirina pergala demokratîk e. Raste ev guherîn, destpêka pêşveçûnek otoriter û faşizan e. Lê pergala berê ne demokratîk bû ku demokrasi têk çûbe. Bi vê guherînê aliyê pergalê yê otoriter hîn xurtir bû ye. Ev yek şoreşek jî nîne ji ber AKP’ê pergala xwe di pêsîra pergala Kemalist de mayand û hîn jî bi derdorên îtîhatparêz re şirikatiyê dike.
AKP vê guherînê wekî serkeftinek mezin ya ku li hemberê derdor û hêzên navneteweyï dide nîşan. Ev yek ne rast e. Ev guherîn bi erêkirin û piştgiriya hêzên emperyalist pêk hat. Di dawiya dawî de hêzên serdest yên emperyal rê dan vê guherînê alîkarî û piştgiriya AKP’ê kirin. Raste nakokiyê di navbera van hêzan de heye. Nakokiyê van hêzan bi AKP’ê re jî heye. Lê ev pergal li gel van nakokiya, li ser şirîkatiya van hêzan emrê xwe dirêj dike. Dîsa di qada navneteweyî de pêla rêveberiyên otoriter pêş dikeve. Ev otorîteriya pergalê ye. Li Amerîkayê Trump, li Rusyayê Trump, li Almanyayê Merkel çibe li Tirkiyeyê jî Erdogan ji bo vê pergalê ew e.
AKP li gel fikarên van hêzan hate ser xeta wan. Li gor daxwaza wan tevdigere. Van hêzan jî ji bo dizaynkirina Rojhilata Navîn pêwistî bi AKP û Erdogan dît. Ev hêz pêwistî bi Esad jî dibînin. Dema ku ev proje xistin meriyetê hevsarê AKP’ê dan destê nijadperestan. Erdogan teslimê itihatparêzan kirin. Him nijatdperest û him jî itihatparêz heya niha bi saya hêzên navneteweyî li ser piya man. Erdogan û AKP’ê jî hebûna nakokiya pergalê wekî dijberiya van hêzan ji raya giştî re pêşkêş kir. Lê yên ku dixwazin guherîna pergalê ya li Tirkiyeyê fêm bikin divê li ziyareta Erdogan ya Brîtanyayê binhêrin. İngiltere hîn di nav pergala serdest de xwediyê rola diyarker e. Her wiha yên ku darbeya 15’ê Tîrmehê organîzekirin û pişt re ev darbe li gor daxwaza AKP’ê vala derxistin, yên ku piştgirî dan OHAL’a Tirkiyeyê jî heman hêzên sereke ne. Derdê hêzên serdest yên cihanê ne demokrasî ye.
Di vê warê de ev guherîn derfetên şoreşê jî bi xwe re dikemilîne. Civak parastina statukoyê na, guhertinek demokratîk dixwaze. Yên ku piştgrî didin AKP’ê jî pirsgirêka wan bi statukoyê re heye. Lê belê ev daxwaza gel hate manîpulekirin ji mecreya xwe hate durxistin. Li Rojhilata Navîn jî gelek mînakên vê yekê hene. Bihara Ereba daxwaza gel ya şoreşger dida nîşan. Lê pergalê li ser van daxwaza diktatoriyan ava kir. Li Tirkiyeyê jî heman tişt pêk hat. Li gel her tiştî daxwaza gel ya guherînek demokratîk mayînde û qedîm e. Divê ku ji vê daxwazê re bi rê û rêbazên rast pêşengtî bê kirin. Ev derfeta herî mezin ya têkoşîna demokrasiyê ye. Her wiha yên ku guhertinek demokratîk dixwazin neçar in ku bi gelê kurd re hevkarî bikin. Kemalistan jî dît ku dijberiya kurdan sedema hemû bela û misûbetan e. AKP jî dê di demek kurt de bibîne ku dê dijberiya kurdan bibe felaketa wê ya herî mezin.
Her wiha kurd bi tena sere xwe bimînin jî dê pergala xwe ya demokratîk ava bikin. Ji îro pê de hêviya hemû derdorên demokrasîxwaz jî têkoşîna gelê kurd e. Îro roj roja fikar û xofê nîne, roj roja vîn û cesaretê ye ku em bikaribin pêşeroja xwe ava bikin. Hêza me û baweriya me ji bo vê yekê mezin e.

Tayip TEMEL

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.