HPGʹê da xuyakirin ku artêşa Tirk a dagirker bi teknîk û çekên giran êrîşên xwe yên ser Gerîlayên Azadiyê yên ku di pozîsyona parastinê de ne, dewam dike.
Navenda Nûçeyan
Navend Çapemenî û Ragehandina HPG’ê derbarê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker yên li ser qadên berxwedanê daxuyaniyek weşûand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ku di pozîsyona parastinê de ye, artêşa Tirk a dagirker bi teknîka giran êrîşan dewam dike. HPG’ê herwiha da zanîn ku Li gel êrişan jî hêzên gerîla pozîsyona xwe ya heyî diparêzin û li ser bingeha parastina rewa bersivê didin.
HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li herêma Zapê wiha got: “13’ê Sibatê saet di 11:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê bi çekên giran ji aliyê dagirkeran ve hatin bombekirin. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek birîndar bû.
HPG’ê da xuyakirin ku di 13’ê Sibatê saet di 19:50’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, li qada Çemçoyê dagirkeran bi çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barandin û wiha domand: “Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi sûîqestê bersiv dan dagirkeran. Li vir dagirkerek hate cezakirin.”
HPG’ê diyar kir ku 13’ê Sibatê saet di 13:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê bi çekên giran hatin bombekirin. Herwiha ji bo ku hêzên gerîla xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.
HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî wiha got: “13’ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin. 13’ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.13’ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Qada Çemço ya li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 38 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”






