Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêxistin û tevgerên Kurdistanî Komploya Navneteweyî şermezar kirin

14/02/2023
in NÛÇE
A A
Rêxistin û tevgerên Kurdistanî Komploya Navneteweyî şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî tevger, partî û rêxistinên Kurdistanî daxuyanî dan û  Komploya Navneteweyê ya li dijî Rêberê Abdulah Ocalan şermezar kirin. Herwiha  banga geşkirina têkoşînê ya li dijî  komployê kirin.

Navenda Nûçeyan

Bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 24’an gelek tevger, partî û rêxistinên Kurdistanê daxuyanî dan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de bang li gelê Kurdistanê, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk û şoreşgeran hemûyan kir ku nerazîbûna li dijî komployê hîn bi xurtir nîşan bidin. Herwiha bang li hêzên tevlî komploya navneteweyî bûne kir, ku dest ji vê helwesta xwe berdin û piştgiriyê nedin polîtîkaya qirkirina Kurdan a desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst.

Di heman çarçoveyê de jî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek weşand û tê de komploya navneteweyî şermezar kir. Herwiha bang li hemû hêzên siyasî, neteweyî yên Kurdistanê, Ereb û Suryan û rêxistinên civaka sivîl û tevahî beşên civakê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku, ji bo parastina nirxên Rêber Ocalan têkoşîn û berxwedanê geş bikin.

Koordînasyona PAJK’ê jî derbarê salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. PAJK’ê da zanîn ku parastina Rêber Apo parastina azadiya jinê û mirovahiyê ye. Herwiha da xuyakirin ku divê di serî de jin, ciwan û gelê Kurd di sala 25’an ya Komployê de tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Bi heman wesîleyê Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi biryar in ku teqez Komploya Navneteweyî bi hemû aliyan ve parçe bikin, erk û berpirsyariyên xwe yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi cih bînin.

Herwiha Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê  jî, daxuyaniyek weşand û bang kir ku  divê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan li her derê were geşkirin û bal kişand ser keda mezin a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye têkoşîna azadiya jinan.

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku divê ew di nav refên azadiyê de bibin yek, berxwedanê geş bikin û jiyana azad ava bikin. Hrwiha da zanîn ku li ser vê bingehê ew ê teqez Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertî, jin, gel  hatî kirin, pûç bikin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî bi heman wesîleyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA-E di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Komploya li dijî Rêber Apo li dijî jinên azad, Kurdên azad û mirovahiyê ye, têkoşîna li dijî vê pêkanînê di şexsê Rêber Apo de parastina jina azad û civaka azad e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.