Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê Komploya Navneteweyî şermezar kirin

14/02/2023
in NÛÇE
A A
Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê Komploya Navneteweyî şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li Qamişlo, Tirbispiyê, Çilaxa , Dîrik , Tilbirak , Reqe , Tebqa , Dêrazorê,  Eyn Îsa û herêma Feratê, gelan bi çalakiyên cûda Komploya Navnetreweyî şermezar kirin. 

 

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ku di encamê de Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Kenyayê di 15`ê Sibata 1999`an de hat revandin û radestî dewleta Tirkiyê ya dagirkar hat kirin,  gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li tevahiya bajar û bajarokan dest bi çalakiyên cûrbecûr kirin.

Li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”, çalakiyeke bi beşdarbûna bi sedan şêniyên herêma Cizîrê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û wêne û pirtûkên Rêber Ocalan hatin pêşandan. Her wiha têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan sînevîzyoneke hat temaşekirin.

Şêniyên navçeya Til Birakê jî bi dirûşma “Azadî û edalet ji Rêber Abdullah Ocalan re” meşiyan. Meş ji pêşiya firina li başûrê navçeyê dest pê kir û li Çerxerêya Şehîdan bi dawî bû. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin û Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin.

Di heman çarçoveyê de Meclisa bajarokê Hilwa ya navçeya Tirbespiyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan civînek li dar xist. Di civînê de Komploya Navneteweyî hat nirxandin  û di dawiya civînê de sînevîzyoneke li ser pêvajoyên komployê hat pêşandan.

Bi heman armancê, rêxistina PYDʹyê ya navçeya Çilaxa semînerek da. Semîner bi amadebûna şêniyên navçeyê li avahiya Çandê hat dayîn. Di dawiya de sînevîzyoneke di derbarê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan hat pêşandan.

Li Reqayê jî bi dehan birîndarên şer ên Reqa, Tebqa û Minbicê, li dijî Komploya Navneteweyî derketin xwepêşandanê. Xwepêşandan ji pêşiya avahiya Mala Birîndaran a başûr rojavayê Reqayê dest pê kir. Birîndaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û heta qada Îtfaiye meşiyan û bi duruşmeya “Na ji Komploya Navneteweyî re, binbikeve Komploya 15`ê Sibatê” berz kirin.

Bi heman armancê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê, panelek li avahiya Meclisa Gel a bajarokê Hecînê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, bi dehan şênî, rûspî û serokeşîran li dar xist. Di dawiya panelê de, sînevizyonek têkildarî komployê û siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Li Tebqayê jî oldaran bi daxuyaniyekê bang li saziyên olî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê kir ku helwesteke diyar û rastîn a layîqî rêgezên mirovî û olî nîşan bidin, ji bo ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî  jî, bi meşekê Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir.

Di çarçoveya çalakiyên li dijî Komploya Navneteweyî de, ciwanên herêma Firatê jî li dijî Komployê dest bi meşa dirêj kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir. Ciwan wê di 3 rojan de 20 kîlometreyan bimeşin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.