Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa Rojava guherînên mezin pêk anî

19/07/2018
in ROJEV
A A
Şoreşa Rojava guherînên mezin pêk anî
Share on FacebookShare on Twitter

KCD’ê bi peyamekê 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û kesên di vê şoreşê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava peyamek nivîskî weşand.
Peyama KCD’ê wiha ye: “
“Em îsal jî 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi moral, kelecan û coşeke mezin pîroz dikin. Şoreşa Rojava di serî de li gelê me û hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz be.
Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jinan pêş ket, di nava şeş salan de guherînên mezin ên şoreşî-civakî pêk anî û bi şahidiya mirovahiyê destanên mezin di nava rûplên dîrokê de nivîsand. Her geşedan û nirxên nû yên derxist holê û bi xwe re vîna mirovan, rêxistiniya wan û hêza cewherî ya gelan derxist holê.
Şoreşa Rojava li hemberî modernîteya kapîtalist û sîstema paşverû-dagirker a herêmî, ji hemû gelên Rojhilata Navîn re rêya azadî serfiraziyê vekiriye û bûye modela alternatîf. Şoreş sîstemek nû ya ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn ava kiriye û ev sîstem bûye şewq û hêviya hemû gelan. Sîstema li ser bingeha nirxên demokratîk û civakî hatiye avakirin, li Sûriyeyeke demokratîk ji hemû gelan, bîr û baweriyan, çandan re bûye projeya jiyana bi hev re ya di nava aştî, wekhevî û biratiyê. Her wiha ev sîstem bûye temînata azadiya gelan.
Şoreşa Rojava bi Kurdistan û Sûriyê re li seranserê Rojhilata Navîn bûye modela avakar û pêla şoreşa nû ya azadî-demokratîk bi xwe re derxistiye holê. Hêzên dagirker û paşverû yên herêmî şoreşê wekî gefekê dîtine û çeteyên DAIŞ’ê şandin ser vê şoreşê.
Bi azadkirina Kobanê, Minbiç, Reqqa û bajarên din re di şexsê DAIŞ’ê de li hemberî sîstema dagirker a herêmî serkeftin bi dest xistiye. Ji ber vê yekê ne tenê ji bo gelê kurd di heman demê de ev şoreş bûye berxwedan û serkeftina hemû gelên herêmê û wijdanê hemû mirovahiyê.
Xwedîderketin, destek dayîn û jiyandina şoreşa Rojava tê wateya jiyandin û xwedîderketina daxwaz û têkoşîna azadî û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.