Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NPG: Em ê banga  KCK’ê bi cih bînin

11/02/2023
in NÛÇE
A A
NPG: Em ê banga  KCK’ê bi cih bînin
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Biryargeha NPG’ê ragehand ku ew tevlî banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dibin û got, em ê banga  KCK’ê ya ’rawestandina çalakiyên leşkerî’  bi cih bînin.

 Navenda Nûçeya

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik derbarî  erdheja li navçeya Bazarcixa Mereşê ku di 6’ê Sibatê de rû dabû,  9’ê mehê peyameke weşand.

Bayik di peyama xwe de bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî kir ku çalakiyên leşkerî  bisekinînin. Herwiha diyar kir ku heta dewleta Tirk  êrîşî wan neke, wan biryar girt ku ewê çalakiyan nekin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) jî derbarê banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê  a ’rawestandina çalakiyên leşkerî’ daxuyaniyek da û ragehand ku ewê banga KCK’ê bi cih bînin.

NPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kêmkirina êşa gel erkek mezin yê mirovî, wijdanî û exlaqî ye û wiha got: ” Em ê van rojên zehmet bi baldarî û pêşxistina piştevaniyê, sivikkirin û borandin nêzîkatiya herî mezin e. Divê hemû hêzên me yên parastina cewherî û saziyên welatparêz, piştgiriyê bidin gel û ji bo alîkariyê bibin seferber. Di vê pêvajoyê de peywira mirovî û welatparêzî ya herî girîng ev e. Li ser vî esasî em tevlî banga hevrê Cemîl Bayik li ser navê Hevserokatiya Konseya Rêveber KCK’ê kirî, dibin û em ê pêdiviyên wê bi pratîkê bi cih bînin.”

NPG’ê banga hemû gerîla, şervan û yekîneyên wê yên parastina cewherî kir û got: “Di çarçoveya banga ku Hevserokatiya me kirî de, divê hemû plan û pratîkên bi çalakî yên li bajaran bên rawestandin; lê eger hêzên dewleta Tirk li qada bejahî li hemberî hêzên me yên çeper girtine êrîş pêk neyîne, divê ti cure aktîvîteyên bi çalakî neyên kirin. Heta fermanek duyemîn, ji bo hemû hêzên me yên parastina rewa bi cih anîna vê fermanê, peywireke hewce ye.”

NPG’ê da zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê  alîgirên xwe bi awayên cuda dewlemend dike û ji bo jiyan û ewlehiya gel ti mesrefan nake û rêxistinên binesaziyan bi rêxistin nake û wiha got: “Pêwîstî bi piştevanî û alîkariyek civakî heye. Em di vê çarçoveyê bi rêzdarî radigihînin ku em ê li gorî biryar û perspektîfa siyasî ya gel û şoreşa xwe, berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.