Rojnameya Ronahî

Muzexaneya nîştimanî ya ji bo nişfê bê: Mala Miryem

Ji bo parastina bermayên kesên di enfalê de jiyana xwe ji dest dane li şûna hikûmet û partiyên Başûrê Kurdistanê, Rêxistina Hevkarî ya Elmanyayê ‘Mala Miryem’ li Germiyan vekir û xewna kesûkarên enfalkiriyan pêkanî. Berpirsên malê diyar kirin ku ev muzexaneya nîştimanî ji bo nifşê bê ye.

Di 18’ê Nîsana sala 2022’yan de Rêxistina Hevkarî ya Elmanyayê, li bajaroka Rizgarî ya Germiyan navendek ji bo komkirina berhemên kesên ku li ber enfalê ketine vekir. Navê navendê kirin Mala Miryem. Miryem ew jine ku negihîşte hezkiriyê xwe û heta mirinê li bendê mabû ye.

Merkeze Zerdeke cihê êşkencekirina beşek ji rûniştvanên resen ên bajaroka Rizgarî bûn. Li vir rojên bi êş û zehmet derbas kirin. Cihek êşan bû. Li vir bi destê rejîma Baas hatin êşkencekirin.

Niha Merkeze Zerdeke Mala Miryeme

Berpirsê Projeyên Rêxistina Hevkarî ya Elmanî ya li Kurdistanê Ziyad Fayiq li ser projeya vekirina Mala Miryen wiha axivî: “Cihê ku niha Mala Miryene avahiya herî kevin a bajaroke. Hikûmeta Baas a dîktator ava kiriye. Ew navenda rêvebirina bajarok û polîsan bû. Têde xelk diêşandin û êşkece dikirin. Me nexwest ew cih were rûxandin û bi kar bînin. Armaca me ew ku ew tiştên ku li xizmên enfalkiriyan kom bikin, li vir bi cih bikin.”

Pêla enfalê tijî çîrokên rengareng ên bi êşin. Yek ji çîrokan negihîştina Miryem û dezgirtiyê wê ye. Navê wê li vê mala berhemên enfalkiriyan lê hatiye bi cih kirine.

Miryem kê bû?

Ziyad got: “Miryem ew jin bû ku ji berî destpêkirina pêla enfalê, li pismamek xwe tê mer kirin. Ji berî ku bibin, hemû amadekarî hatibûn kirin, proseya enfalê destpê dike. Dezgirtiyê wê tê enfalkirin. Ew jî piştî enfalê êdî nazewice. Tenêtiyê dihilbijêre. Piştî demekê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide. Kelûpel û çîroka wê bi tenê dimîne. Me jî guncav dît weke bîranînek ji bo vê jinê, navê vi bikin Mala Miryem.”

Her çiqas Mala Miryem hîn temam nebûye, lê ev saleke hatiye vekirin, lê ev tiştên ku li malê hatine bi cih kirin her yekê çîrokekî xwe heye.

Çîroka pêşmergeyên bira

Li ser vê çîrokê Ziyad wiha got: “Yek ji çîrokên di nava vê malê de, sindoqa cilûbergane. Çîroka du birane. Birayek pêşmergeye û birîndar dibe. Birayê din ji bo rewşa wî bizane çawane serdan dike. Di wê demê de di pêla enfalê de herdu jiyana xwe ji dest didin. Dayika wan bi tenê dimîne. Dayika wan tiştê wan radike û li gorî wê, wê rojekê her vegerin. Di vê demê de dayik bi vê heviyê serê de didane. Xizmên wê hinek tiştên wê weke bîranînekê anîne vir.”

Projeya Mala Miryem li avahiyek biçûke, lê gelek kar têde ye. Ji bo van bîrdariyên ku biryare di salên pêş de werin çêkirin weke destpêkekê ye.

 Mala Miryem ji çend beşan pêş tê?

Herwiha Ziyad diyar kir ku Mala Miryem ji beşan pêk tê û wiha domand: “Beşa jinên ji enfalê rizgar bûne heye. Ew jin tên vir û qala çîroka xwe ya dijwar a jiyanê dikin. Beşê stodyonê heye. Xizmên enfalkiriyan tên vir û dîmenên wan tên girtin û agahî ji wan tên girtin. Tên belgekirin. Beşê domenteriyê jî heye. Ew çavkaniyên li ser enfalê hatiye nivîsandin tên komkirin.”

Berpirsê Projeyên Rêxistina Hevkarî ya Elmanî ya li Kurdistanê Ziyad Fayiq diyar kir ku divê xizmên enfalkiriyan alîkariya wan bike û kelûpelên enfalkiriyan ên li gel wan hene ji bo wan bibin ku ev mal bibe muzexaneyek nîştamî ya ji bo nifşê bê.

Tevî ku li ser proseya enfalê re 34 sal derbas bû jî hîn hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye muzexaneyekê ji bo enfalê veke û bermayiyên enfalê kom bike û biparêze.

Yek ji xizmên enfalkiriyan Bextiyar Reûf ji Rojnews’ê re wiha axivî: “Mala Miryem ji bo komkirina kelûpelên ezîzên me cihek girînge. Ne ji aliyê hikûmet û partiyan ve hatiye avakirin. Wê weke muzexaneyek nîştimanî ji bo nifşê bê bimîne. Ev proje derbarê gelê Kurd û Kurdistanê de ye. Ev kelûpel bi nirxin ku li vir dihêlin. Weke xizmên enfalkiriyan, spasiya Rêxistina Hevkarî ya Elmanya û kesên Mala Miryem rêve dibin dikin. Min wêneyekî bavê xwe ji bo Mala Miryem aniye. Daxwazê ji xizmên enfalkiriyan dikim ku êşek xwe li vir bihêlin, daku ji bo nifşa bê bimîne.”

 ROJNEWS