Rojbîn Zagros/Qamişlo
Heyva Sor ya Kurd bi karê xwe yê lezgîn bal kişand ser pêwîstiyên gelê mexdurên erdhejê û da diyarkirin ku ew ji bo ku alikariya gel bikin amade ne û banga rêxistinên mirovî jî kir ku alikarî bigihînin mexduran.
Di encama erdheja bihêz ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, gelek ziyanên mezin yên madî û canî gihîşt gelê rojhilatê Sûriyeyê jî. Bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Hê jî jimara qurbaniya zêde dibe. Herwiha gelek avahî hilweşiyan, di heman demê de tîmên rizgarkirinê lêgerîna kesên rizgarbûyî di bin xirbeyan de berdewam dikin.
Ji ber rewşa awarte ya îhtimala ku careke din erdhej rû bide, Heyva Sor ya Kurd bi hevkariya Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê re, li gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyê kon vedan. Da ku di welatiyên ji bo parastinê li derve dimînin di van kona de xwe bi cih bikin.
Li Qamişlo jî li stada 12`ê Adarê û ya Heysem Kiço, kon hatine vedan. Herwiha wê tîmên tenduristiyê tevî destwerdanên lezgîn li seranserê Qamişlo hatine belavkirin.
Endamên Heyva Sor jî dan zanîn ku şert û mercên stargehên gel ava kirin
erkê wan e. herwiha dan zanîn ku ew amadekariya xwe li hember dubarekirina erdhejê dikin.
Endamê Heyva Sor ya Kurd Dilgeş Îsa jî di derbarê beşdarbûna welatiyan ji bo konên ku li stada 12`ê Adarê li Qamişlo hatibûn vedan ev nirxandin kir: “Me li stadyûma 12`ê Adarê çar kon vedane û me dît ku ev hejmar hindik e, lewra şeva borî kon tijî bûn. Ji bo wê jî niha em li ser zêdekirina jimara konan kar dikin. Herwiha di her konî de jî alavên germkirinê û xizmet heye.”
Endamê Heyva Sor ya Kurd Dilgeş Îsa di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser alîkariya mirovî û got, mirovahî yek e û nabe ku cûdahî tê de hebe. Gelek avahî li Sûriyê di dema şer de rastî êrîşên asmanî û bombebarankirinê hatin. Niha jî gelek avahî ji ber erdhejî hatin hilweşandin. Ji bo wê jî dema ku alîkarî ji Tirkiyê re were dayîn, pêwîste ji herêmên me re jî were dayîn. Tiştê ku bi serê welatiyên sûriyê hat bi serê ti kesî nehatiye kirin. Ji bo wê jî divê mirovayî dûrî berjewendiyên siyasî be. Herwiha em bang li rêxistinên navdewletî û yên mirovî dikin ku alîkariyeke lezgîn pêşkêşî gelê Sûriyê bikin.






