Navenda Nûçeyan
Serhildana gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 145’an bi hemû hêza didome. Tevî ko rêjîma Îranê li hemberî xwepşanderan işkence, girtin û kuştinê jî dike, gel bi biryardariyekle mezin serhildana xwe dewam dike.
Serhildana gelan ya bi qetilêkirina Jîna Emînî re û di bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatibû destpêkirin, di roja 145’an de dewam dike. Tevî hemû zehnmetiyan û şideta ku rêjîm bikar tîne jî, gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji destpêka serhildanê ve û heta niha kolan bernedan e û li dijî rêjîma Îranê dengê xwe bilind dikin.
Di 6’ê Sibatê de ciwanên bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistan daketin kolanan û agir pêxistin. Li beramberî girtîgeha Sine û avahiya sereke ya hêzên taybet, ciwanan çalakiya xwe lidarxistin. Ciwanan bê navber dirûşmeyên dijî desthilatê qêriyan û ragihandin ku ewê çalakiyên xwe dewam bikin.
Li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî tevî dorpêçek zêde ya hêzên Îranê, çalakiyên cûr becûr hatin lidarxistin. Xelk li gelek bajaran daketin kolanan û agir pêxistin, poster û nîşanên desthilatê hatin şewitandin.
Li gorî malperên fermî yê girêdayî Rêjîma Îranê, duh Ayetullah Elî Hamaney, ji bo cejna neteweyî ku nêz dibe, efû îlan kir. Lê efû bi şertê poşmanbûnê ye. Duh li dijî vê biryarê Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku ew biryar ji bo dawîkirina nerazîbûnên navnetewî ya li beramberî zextên li ser xwepêşanderane.






