Navenda Nûçeyan
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê diyar kir ku dewletên li ser xetên erdhejê avahiyên bihêz ên li hemberî erdhejê çênekirî ne lewma, berpirsyarên yekser û sereke yên vê hilweşîn û komkujiyê ne û got, em bang li gelên xwe dikin ku bi hawara banga alîkariyê ve bigihêjin
Derbarê erdheja li Kurdistanê Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê daxuyaniyek weşand.
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malabatên qurbaniyan re xwestû şîfa ji birîndaran re xwest û wiha got: “Dewletên ku li ser xetên fayê avahiyên qewîn ên li hemberî erdhejê çênakin, berpirsyarên sereke yên vê hilweşînê û komkujiyê ne. Ji ber ku ew pêvajoya avakirina bajêr weke berjewendiyên takekesî û ticaretî dibînin. Beriya ku ewlehiya avahî û jiyana gel, bifikirin û li gor wê avahiya saz bikin ew li avakirina derfetên takekesî digerin û xwe li ser vê didin jiyankirin.”
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê da xuyakirin ku rêveberiya faşîst a AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 20 salan de her qada jiyanê ya welêt xera kir; veguherand cihekî ji betonê û hebûna xwe jî spart vê (berjewendî)rantê û wiha domand: “Lewma ji encama hilweşîner û komkujiya ji ber erdhejê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê, rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst ku rejîmeke qirker mêtinger e. Serkêşê wê Recep Tayyîp Erdogan e û di asta sereke de berpirsyar û sûcdar in. Bi agahiyên li ser erdhejê re dibe ku Erdogan ê faşîst li qesra xwe gotibe ‘Ev jî xêra Xwedê ye’! Ji ber ku Erdogan ê faşîst û derdora wî ya diz, bêyî ku xwe bigihînin cihê erdhejê erdhej weke ‘Afet a Nifşa 4’emîn’ ragihandin. Yanî banga alîkariya madî ya navneteweyî kirin.”
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê da zanîn ku ji ber ku dewleta Tirkiyê ‘fona afetê’ ya di xezîneya dewletê de kom kiribû, di şerê qirkirin û mêtingeriya li dijî gelê Kurdistanê bi kar anî, alikariya ji bo mexdurên erdhejê weke ‘Xêra Xwedê’ pênase dike û ji bo berjewendiya xwe dest bi komkirina fona erdhejê ya li ser mirina û mexdurên erdhejê, kiriye.
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bang kir ku gel li benda destwerdana dewleta faşîst ya nemîne û got: “Em bang li gelên xwe dikin ku bi hawara banga alîkariyê ve bigihêjin.Roj roja mezinbûna bi hev re ye, ew roj e ku piştevanî di asta herî bilind de bê kirin. Bi vî rengî em li her qadê bikevin nava liv û tevgerê.”






