HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayên azadiyaKurdistanê de li Çemçoyê bi leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate cezakirin.
Navenda Ragehandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyekê ragehand ku di encama çalakiyên hêzên wan de dagirkerk hate cezakirin. Herwiha artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla, du caran bi bombeyên qedexekirî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.
Çalakiya Gerîlayên Azadiyê
HPG’ê da xuyakirin ku di Çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê de, di 3’ê Sibatê de saet 11.30’an de li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê tîmên wan yên gerok bi taktîka sûîkastê li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Êrîşînartêşa Tirk a dagirker
HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî kiriyî de wiha got: “Di 3’ê Sibatê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.”
HPG’ê da zanîn ku di 2, 3 û 4’ê Sibatê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM, herêma Çemço ya navçeya Şêladize ya Amediyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.






