Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Tolhildana Mehmet Akar a Bazên Metropolan li dijî Komploya 15’ê Sibatê çalakî li dar xist û got, Em bang li ciwan Kurdistanê dikin; roj ev roj e ku em li dora Rêber Apo çalakiyan li dar bixin.
Yekîneyên Tolhildana Mehmet Akar a Bazên Metropolan bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî lidar xist.
Yekîneyên Tolhildana Mehmet Akar a Bazên Metropolan di daxuyaniya xwe de ragehand ku bazên wan li Taxa Yavûz Selîm a Êlihê, di şeva 4 Sibatê saet di 11.00’an de bi çekên giran li wesayîta zirxî ya TOMA ya dijmin xistin û wiha got: “AKP û hevkarên wê; em Bazên Metropolan em ê her roj hesab ji we bipirsin. Zilma ku we li gel kirî, wê ji we re nemîne. Bila gumana we nebe ku em ê hesabê polîtîkayên we yên tunekirinê yên li ser kesên çewisandî, bipirsin! Her kes wê fêm bike ku berxwedana gerîlayên me yê leheng, çiqas pîroz e. Her kes wê me baş nas bike ku em hewl didin bi wê pîroziyê re bibin yek.”
Yekîneyên Tolhildana Mehmet Akar daxuyanioya xwe wiha qedand: “Armanca komployê û êrîşên dagirkeriyê, fetisandina berxwedan û deskeftiyên gelê Kurd e. Faşîzma AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêde kiriye, lê bi ser neketiye. Em bang li ciwan Kurdistanê dikin; roj ev roj e ku em li dora Rêber Apo çalakiyan li dar bixin. Roj ev roj e ku em hevrêtiya xwe ya ji bo Rêber Apo nîşan bidin.”






