Navenda Nûçeyan
Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike, li gelek bajaran welatî daketin qadan û li dijî rêjîmê nerazîbûna xwe nîşandan. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê hêzên Îranê di êrişên ser xwepêşanderan de çavê xwepêşanderan dikin hedef.
Serhildana gelên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dikin. Serhildana ku jinê pêşengtî jê re kir û silogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê de bilind kir li cîhanê deng veda û bû sembola azadiya jinê. Serhildana gel ku 141 roj li pey xwe hişt bi hêz dewam dike. Tevî ku rêjîma Îranê li dijî serhildêran kuştin û şidetê jî bikar tîne, lê gel bi biryardarî dadikeve qadan û gavan bi paşve navêje.
Di 3’ê Sibatê de li gundê Neneleî ya ser bi bajarê Sine, dijî binçavkirina mela Îbrahîm Kerîm û Loqman Emîn çalakiyek nerazîbûnê hate lidarxistin. Her du mela ji ber ku piştgirî dan xwepêşandanan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.
Di 3’ê Sibatê de li Zahîdanê çalakiyên mezin li bajarê Zahîdan ya ser bi navenda parêzgeha Sîstan û Beluçistanê pêkhatin. Di xwepêşandanan de cezayên darvekirinê hatin şermezarkirin û dijî desthilatê dirûşme hatin qêrîn. Ji bo dawî anîna nerazîbûnan, hêzên Îranê li herêmê hatine belavkirin û gelek noqteyên leşkerî avakirine.
Herwiha bi nûnertiya ciwanên Sune yên Bakurê Îranê, daxuyaniyek hate dayîn û êrişên Îranê yên ser xwepêşanderan hate şermezarkirin. Ciwanan piştgirî dan serhildana li Beluçistan û Kurdistanê. Ciwanan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: ” Bi destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, ji Beluçistanê heya Kurdistanê yekîtiyek dîrokî di nava gelan de ava bû.”
Li bajarê Abidan ya parêzegeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê jî, carek din çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Li gorî nûçeyek Tora Mafê Mirovan, di rojên borî de herî kêm 11 kes ji aliyê hêzên Îranê ve li Abidan hatine binçavkirin.
Di 3’ê Sibatê de, di rapora nû ya Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê de, hate ragehandin ku hêzên Îranê di êrişên ser xwepêşanderan de, bi qest çavê xwepêşanderan dikin hedef û birîndar dikin.






