Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Karayilan: Siyaseta Erdogan Sûriyê xerab kir

04/02/2023
in NÛÇE
A A
Karayilan: Siyaseta Erdogan Sûriyê xerab kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Karayilan bibîr xist ku yê ku Sûriye xistiye vê rewşê  siyaseta Tayyîp Erdogan bû û got: “Yê Suriye xira kirî siyaseta Erdogan bû, hemû çeteyên li Sûriyeyê li dora xwe kom kir û xwest siyaseta Kurd têk bibe. Lê siyaseta Kurd di xetekê de israr kir, li dijî Sûriyeyê nesekinî.”

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û di beşa 2’yemîn a hevpeyvînê de salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî û hevdîtinên navbera Rûsya-Tirkiye-Îran-Sûriyeyê nirxand.

 ’Rêber Apo çareserî pêşkêş kir’

Karayilan da xuyakirin ku piştî wê careke din Rêber Apo bi paradîgmaya li ser hîmê şoreşa jinê ya demokratîk ekolojîk vekirineke nû çêkir û wiha got: “Dijminan dixwestin ku xeta Rêber Apo ji holê rakin, bi temamî tasfiye bikin. Ji bo wê ev komplo pêk anîn, lê belê bi van derketinên Rêber Apo û bi sekna fedaiyan û bi bi fedakariya gelê me, berovajî armanca dijmin Tevgera Apogerî mezin bû û li çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Îro xeta Rêber Apo li gorî 24 sal beriya niha pir zêde xurt e. Di asta cîhanê de xwedî giranî ye û çarçove ye. Li hemberî xitimandiya li ser rûyê erdê di asta navneteweyî de, Rêber Apo bi paradîgmaya demokratîk modernîtê,  çareserî  pêşkêşî hemû raya giştî kir.”

Karayilan da zanîn ku ew ku tevgera Apoyî tu car paş de gav avêtin nepejirandi ye û tekoşîna wan wê faşîzma komploger bin bixin. Herwiha bal kişand ser dewletên ku di nava komploya navnetewî de cih girtîn û bi bîr xist ku yek ji van jî Rusya bû. di berdewamiya axiftina xwe de da diyarkirin ku ew bi hêvîne ku Rusya ji vê politikaya xwe vegere.  

’Siyaseta Erdogan Sûriyê xerab kir’

 Karayilan da xuyakirin ku li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd planên cûr bi cûr hene û wiha got: “Yê ku Sûriye xistiye vê rewşê  siyaseta Tayyîp Erdogan e. Wî Sûriye xera kir, hemû çeteyên li Sûriyeyê li dora xwe kom kir û xwest siyaseta Kurd têk bibe. Lê siyaseta Kurd di xetekê de israr kir, li dijî Sûriyeyê nesekinî. Eger bisekiniya wê Sûriye têk biça. Niha Sûriye pala xwe dide Rûsyayê, dide Îranê. Lê belê destpêkê, mesela hîn di 2012’an de, 2013’an de eger ku Kurd jî weke ku Tirkiye dibêje beşdarî wan bibûya, wê têk biçûya. Ji encama wê siyaseta Kurdan,  Kurd û Ereb bûne yek, wisa DAÎŞ têk birin û wisa hişt ku Sûriye li ser lingan bimîne. Heqîqet bi vî rengî ye.”

’Beşar Esad divê şaşitiyê neke’

Mûrat Karayilan da zanîn ku divê hikumeta Şamê hisabên Şaş neke û wiha domand: “Pêwîste hikumeta Şamê nekeve şaşiyê. Beşar Esad divê şaşitiyê neke. Li dîrokê binihêre. Mesela rêzdar Hafiz Esad çawa li hemberî ewqasî êrîşan xwe li ser lingan girt. Fermî yan jî ne fermî bi piştgiriya Kurdan wisa bû. Careke din eger ku di wexta xwe de Sedam Huseyîn bi Kurdan re têkilî çêbikira, hinek guhertin di xwe de çêbikira, îhtimal hebû ku dawiya xwe ne wisa bû. Kurd li vir civakek mayinde ye, divê kes xwe şaş neke. Hîmê bin xwe neke hedef. Em hêvî dikin ku rêveberiya Sûriyeyê di vir de şaşitiyê neke û destê Tayyîp Erdogan xurt neke.”

’Rejîma Erdogan dijîtiya her cûre siyaseta demokratîk dike’

Mûrat Karayilan diyar kir ku Erdogan niha taktîka hilbijartinê dike û wiha domand: “Erdogan niha tengav bûye. Di siyaseta Sûriyeyê de bi ser neket. Eger bi ser neketiye sedema xwe ya herî mezin berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber ku wê di hilbijartinê de têk biçe xwe diavêje lingê Sûriyeyê. Divê Sûriye red bike, qebûl neke. Eger ku qebûl bike wê bikeve nava şaşitiyeke mezin. Ev rejîmeke faşîst, xwînxwar, dijîtiya Sûriyeyê, dijîtiya Kurd, dijîtiya her cûre siyaseta demokratîk dike”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.