Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Malbatên Şehîdan Komploya Navneteweyî û êrîşên kîmyawî şermezar kir

02/02/2023
in NÛÇE
A A
Meclisa Malbatên Şehîdan Komploya Navneteweyî û êrîşên kîmyawî şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî û zêdebûna êrîşên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî qadên gerîla, Mecilsa Malbatên Şehîdan a abajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo derbarê Komploya Navneteweyî û  êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser qadên gerîla li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo , daxuyaniyek da.

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniya xwe de diyar kir bi bilindbûna asta şer û pevçûnan li Rojhilata Navîn ku li dijî vîn û daxwazên gelan in, salvegera komploya navdewletî ya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd kir armanc, ev komploya ku nirxên dostanî û mirovatiyê ku welatên Rojavayî hertim xwe bi wan didin nasîn, pûç kir û wiha got: “Ev komploya hovane ya ku di şexsê Rêber Ocalan de gel, dîrok û çanda kurdî armanc girt tevî ku kiryarên wê roj bi roj bi xapandin û planên nû yên hovane pêk tînin. Lê li hember berxwedana mezin a ku Rêber Apo li zindanê û gerîlayên qehreman li çiyayên Kurdistanê nîşan didin, hemû plan û armancên dagirkeran pûç dibin û têk diçin.”

Meclisê da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirkedr ji bo ku berxwedana gelê Kurd  ji holê rake hemû çekên nûjen û qedexe li dijî îradeya gelê Kurd û gelên herêmê bi kar tîne û wiha domand:  “Bi bilindbûna asta berxwedanê li çiyayên Kurdistanê û bi sekna lehengên me li hember zilm û zordariyê, vî dijminî hemû çekên nûjen û qedexe bi kar anî, berê li Agirî, Dêrsim, Cûdî û Çelê bi kar aniye û niha jî li Zap, Avaşîn û Metînayê bi kar tîne. Lê belê li hember hevgirtina berxwedana gel a bi gerîla re, dijmin nekarî tu serkeftinên girîng bi dest bixe.”

Meclisê helwesta hêz û saziyên navneteweyî şermezarkir û got: “Li gel delîlên eşkere bikaranîna van çekan ji aliyê faşîzmê ve îspat dike, civaka navneteweyî nikarîbû Erdogan rawestîne û wî di sînorê wî bisekinîne. Em bang li hemû gel û rêxistinên azadîxwaz dikin ku nerazîbûna xwe ya li dijî pêkanînên dewleta Tirk ên li hemberî gelê me yê Kurd ê ji bo azadiya xwe têdikoşe mezintir bikin.”

Meclisa Malbatên Şehîdan  diyar kir ku divê gelê Kurd li her derê hêza xwe û dengê xwe ji bo teşhîrkirina faşîzmê bike yek û got: “Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em têkoşîna xwe mezin bikin, ji bo birêxistinkirina gelê xwe, xurtkirina pergala xwe ya parastinê, projeya ku Rêbertî ji bo azadiya jinan û civakê daye destpêkirin, temam bikin”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.