Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRA: Divê Çarenûsa rojnamevanên hatine revandin û veşartin, were eşkerekirin

31/01/2023
in NÛÇE
A A
YRA: Divê Çarenûsa rojnamevanên hatine revandin û veşartin, were eşkerekirin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Yekitiya Ragihandina Azad rapora xwe ya sala 2022’yan a têkildarî binpêkirinên mafên rojnamevan ên li Sûriyeyê eşkere kir û got, divê Çarenûsa rojnamevanan û hemû kesên derqanûnî hatine revandin û veşartin, were eşkerekirin

Navenda Nûçeyan

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) rapora xwe ya sala 2022’an a têkildarî rewşa çapemeniyê û binpêkirinên li dijî rojnamevanan aşkere kir.

Yekitiya Ragihandina Azad di rapora xwe de diyar kir ku di sala 2022`yan de wê li tevahî herêmên Sûriyeyê kuştina 6 rojnamevanan belge kir, ya herî dawî jî hedefgirtina  rojnamevan Îsam Ebdela ku nûçegihanê ANHA’yê û endamê YRA’yê) bû.

YRA ’yê da zanîn ku rojnamevanên li Sûriyeyê kar dikin jî wekî beşeke civaka welat rastî girtin û astengiyan tên. Ji ber rastiyê vedigûhezînin û gendeliya heyî ya desthildaran aşkere dikin.

YRA’ê da ragehand  ku hejmara rojnamevan û çalakvanên ragihandinê yên sala derbasbûyî  de hatine binçavkirin, zêdeyî 20’an bû û got, li gorî serjimariyên saziyên navdewletî û hiqûqî û di serî de Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas li Sûriyeyê 27 rojnamevan hatine girtin.

Encamên raporê

YRA ’yê  derbarê encamdana Rapora xwe ya 2022’an de wiha got: “Di sala 2022’an de hin hêzên serweriya xaka Sûriyeyê di destê wan de, rêgezên qanûna navdewletî û mafê mirovan li herêmên serweriya xwe binpê kirin. Bi taybet di ware azadiya raman û baweriyê de. Ev jî wekî binpêkirina madeya 19’an a ragihandina navdewletî ya mafê mirovan û madeyên (19-2) ji peymana navdewletî ya mafên sivîl û siyasî ye”.

Pêşniyarî

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo alîkariya rojnamevanan û pêşxistina xebatên ragihandinê  hin pêşinyar kirin û pêşinyarê wê jî wiha ne:

-Divê hemû aliyên Sûriyeyê di zûtirîn dem de hemû rojnamevan û xebatkarên ragihandinê serbest berdin.

– Çarenûsa rojnamevanan û hemû kesên derqanûnî hatine revandin û veşartin, were eşkerekirin. Rê ji saziyên ragihandinê re were dayîn derbasî herêman bibin û dawî li destwerdan û birêveberina ragihandinê ya li gorî berjewendiyên serweriya herêman dikin, were.

– Hemû “qanûnên ewlehiyê” yên li dijî mafê mirovan û li dijî azadiya ramanê li tevahî xaka Sûriyeyê bi dawî bibin.

– Ragihandin di xizmeta hêzên herêmê kontrol dikin de neyê bikar anîn. Ew alî sûc û binpêkirinên xwe nabe bi riya ragihandinê rewşa nîşan bidin.

– Madeya 19’an a peymana cîhanî ya mafê mirovan pêk bînin. Ji ber li gorî wê qanûnê “azadiya ramanê û bîr û baweriyê ji mafê hemû kesane. Ev qanûn jî mafê nerîna azad ku nabe tu alî destwerdanê bikin, dide.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.