Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: Êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên qedexekirî didomin

31/01/2023
in NÛÇE
A A
HPG: Êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên qedexekirî didomin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragehand ku êrîşên dewleta Tirk yên li dijî  çeperên berxwedanê yên gerîlayên azadiyê, bênavber dewam dikin û got, di çalakiyên gerîlayan de li qada Çemçoyê pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate têkbirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên hêzên wan de pergaleke kameraya mobeseyê hate têkbirin, herwiha artêşa Tirk a dagirker gelêk caran çeperên berxwedanê bi çekên giran topbaran kirin û got: “Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexe, 13 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bomberdûman kir.”

HPG’ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê, di 30’ê Çileyê saet 17:00’an de pergaleke kameraya mobeseyê ya ku dagirkeran li derdora çeperên gerîla yên li nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladizêya Amêdiyê bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên wan yên gerok ve hate îmhakirin.

HPG’ê da xuyakirin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê, di 30’ê Çileyê saet 11.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên wan yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan. Herwiha di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de, di 27’ê Çileyê saet di 05:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî wiha got: “Di 29 û 30’ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê du caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.Di 13, 26, 27 û 28’ê Çile de qadên Stûnê, Şûkê, Dola Maran, Dola Konferansê û Geliyê Avaşîn ên Avaşînê, her wiha Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bihar û Girê Amêdiyê 13 caran bi balafirên şer bomberdûmankirin. Di 26, 27, 28’ê Çileyê de, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê, herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda bi dehan caran bi tank, çekên giran û obusan hatin bombekirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.