Navenda Nûçeyan
Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşî pêngaveke bi navê ’Operasyona Tolhildanê’ li dijî ‘Torên Sîxûran’ dane destpêkirin û kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine desteserkirin.
Li gorî çavkaniyên Ajansa Roj News’ê Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşiya Yekîneyên Taybet yên YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) li dijî ‘sîxûran’ pêngaveke girtinê ya bi navê “Operasyona Tolhildanê” dan destpêkirin.
Li gorî agahiyyên ku hatine girtin di encama operasyonê de li ser çend torên sîxûrî yên li Şengalê de hatiye girtin û gelek kes jî bi tohmeta ‘Sîxûriyê’ hatine girtin.
Kesên ku hatine girtin jî destê wan di êrîşên dijî ser Şengalê û di xwîna gelek pêşengên Êzîdî de heye .
Ji ber daxawaza malbatên şehîdan û xelkê Şengalê ya girtina sîxûran û kesên ku destê wan di xwîna Êzîdiyan de hene, hêzên ewlekariyê yê Şengalê piştî demeke dirêj ji lêkolînî, ’Operasyona Tolhildanê’ li dijî ‘Torên Sîxûran’ dane destpêkirin.
Li gorî hatiye zanîn kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine girtin, li xwe mikûr hatine ku li dijî civaka Êzidî tawan kirine, herwiha li xwe mikûr hatin e ku ji aliyê MİT’a Tirk û PDK’ê ve hatine erkdarkirin, ji bo agahiyên derbarê saziyên Şengalê yên ser bi Rêveberiya Xweser û pêşengên civaka Êzidî de agahiyan kom bikin û bidin MİT û PDK’ê.
Li gorî agahiyan dibe ku encamên operasyonê û lixwemikûrhatinên kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine girtin, ji raya giştî re eşkere kirin.
Li gorî çavkaniyê operasyona hêzên ewlekariyê yên Şengalê ya li dijî tora sîxûran ya li Şengalê hîn dewam dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji sala 2017’an ve heya niha dewleta Tirk a dagirker gelek caran bi riya balafirên bêmirov û bi alîkariya sîxuran saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşeng û fermandarên Êzîdiyan kirn e armanc û şehîd xistin e.






