Rojnameya Ronahî

Hêza hunerê ji bo guhertina civakê

 

Mamostayên Hunerê û Şanogeran diyar kirin ku pêwîste waneyên hunerê li dibistanên dayikê ve werin dayîn û girîngiyê bidinê û gotin: “Ew hêza hunerê ji bo guhertina civakê heye, tiştek din nîne.”

Her çiqas li cîhanê, huner û sînema amrazek ya gihandina peyame ye û guhertinek mezin di sîstema siyasî û tomarkirina bûyerên dîrokî de rol dilîze, lê li Herêma Kurdistanê ev alî hatiye paşguhxistin û nekarîne bi riya huner û sînemayê ew zilm û komkujiyên li ser gelê  Kurd hatine kirin, ji cîhanê re ragihînin.

Li ser vê mijarê Mamosteya Beşa Hunerê Jîwar Omer ji Rojnews’ê re axivî û got: “Li gorî salên din huner zêdetir pêşketiye. Ev pêşkeftin jî ji ber hebûna navendên hunerî yên li bajaran in. Berdewam derwe ji bo wan kesên hez ji hunerê dikin tên vekirin. Pêwîste em hemû berê xwe bidin hunerê, ji bo ku zêdetir pêş bikeve. Ji ber ku bi hunerê dikarin  jiyana ferdan û di nava civakê de guhertinê çêbikin.”

Şanoger Herdî Hesen diyar kir ku niha li Helebce li gorî deverên din ên Herêma Kurdistanê  huner di astek baş de ye û got ku tenê bi riya hunerê dikare di nava civakê de guhertin were kirin û got: “Ew hêza  hunerê heye, dikare derxistina heqîqetê be, ti tiştek din wiha bi bandor nîne. Divê hikûmet, aliyên peywendîkar û Sendîkaya Hunermendan li gorî karîna xwe, ji bo afirandina rewşek guncav a ji bo pêşxistina hunerê hewl bidin.”

Şanoger Herdî Hesen diyar kir ku divê li dibistanan û dibistanên dayikê perwerdeya hunerî li ser waneyên din serwer bibe, ne salê carekê waneyek hunerî hebe û were paşguhxistin û got: “Bi vê rê dikarin ferdên Kurd perwerde bikin. Wiha bikin ku ku huner bibe yek ji tişta me ya herî baş. Di nava civakê de her kes kar li ser bike.”– ROJNEWS