Rûken Silo
Em weke komelên mirovaniyê di jiyanê de, destxet û pîşesaziyên jîweriya civakê û jiyanê saz dikin û didine radan. Lewra tu mirov nînin di jiyanê de ku peywendiyên wî li gel helbestê nebe. Çi helbesta tirazo be û çi helbesta seretayî û sivik be, ango helbesta awazkî ya ji bo stranan. Û bi taybet ev nifşê helbestê li ser devên hemo miştaxeyên civakê tên gotin.
Lê weke tê diyarkirin û em dizanin ku saz bi stiranê ve girêdayî ye û her wiha stiran bi awayekî bingehîn bi helbestê ve girêdayî ye. Çi helbesta seretayî li ser lêv be, yan jê helbesta fermî û tirazo be. Ji ber ku helbest di pêpelûnkên bilind de, di nava civakê de tê nirxandin. Herwiha helbestvan jî di asoyên bilind de, di nava civaka xwe de cih digre. Lê belê giringe ku em zanibin, helbest çi ye û helbestvan kî ye nava komeleyên civaka xwe de. Helbest bi xwe dirûveke bi qeşengerî û keşxebûnê ve tê girêdan.
Li gel peywendiyên resen yên ku bi wijdana mirovaniyê û bi jiyanê ve tê mirçiqandin ji layên hî û banandin- hestyarî – vîndarî -di şîn û warşînan de – di keyf û şahiya de di pesindarî û zîmara de.
Lê helbest bi xwe di kakila xwe de , ferwarekî hemo şînahî û fereşîn ji ziman ava dike ta ku kûraniya kesayetî û hebûna xwe pê îfade bike.
Lê belê helbestvan gava ku dinivîse ne gelek giringe ku kesên li derdora wî bi hizr û ramanên wî yan jê bi bîr û baweriyên wî razî be yan jê ne razî be.
Jiber ku carcaran ew kesên ku li derdorê wî bi awirekî nakok helbestê dinirxînin û di serê xwe de berûvajî şîrove dikin. Lê helbest şîpêleke zengîne li hest û bîrên helbestvan dide û ji goşeyên bîrwerî û jibîrkirina û hêlanên wî de dilive .
Her wiha helbest bi xwe alavek ya bi destgeh û karanîna şaxên herî giring di avakirina civakekî sinçî de.
Lê ew jî weke her pîşeyekî di civakê de xwe parve dike.
Lê helbestvan bi xwe jî gelek çûre û birên wan hene . Hindek ji wan helbestvanên bi dirist û semîmî bi awayekî resen helbestê dihûnin , mînak : Baba Dahir , Melayê Cizîrî , Ehmedê Xanê , Cîgerxwîn, Şêrgo Bêkes , Tîrêj.
Herwiha Lorî Tidarî , Salihê Heydo , Melevan Resûl , Evîndarê Xemgîn…
Lê ne ji mafê me ye heger em bêjin helbestvanekî gereke tu wiha binvîse ango em tiştekî li ser ferz bikin û hizir û remanên wî deynin di bin bend û qeydan de û bixin di bin bar de.
Lê belê ji mafê me ye em helbesta wî binirxînin û di bin pîvanên rexneyê re derbaz bikin.
Lê xeterî û tehlûkeya herî mezin û xwedîkuj li ser helbestê û helbestvanan, dema kû peyvên erzan û nedicihê xwe de bikar tînin û dûbare dikin, di helbesta xwe de .
Bi taybet helbesta pesindariyê jiber ku helbesta pesindariyê ya herî lewaze di nav kerwanê wêje û tûreya gelan de .
Ew bi xwe helbesteke mişt e ango tijiye ji derew û gotinên dûr aqil .
Lê cidabûnekî daniyar û zelal peyda dibe, di navbera helbesta pesindarî û helbesta zîmarî û ya êş û azaran de.
Jiber ku helbesta zîmarî ango ya xemgînî ji asoyekî rast û dirist ji nav hestên helbestvan der tên .
Jiber ziman û şêweyên pesindariyê şêweyekî helawestiye bi nedirustiyê ve .