Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kilîta çareseriyê Netewa Demokratîk e

17/07/2018
in NÛÇE
A A
Kilîta çareseriyê Netewa Demokratîk e
Share on FacebookShare on Twitter

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê li navçeya Til Hemîsê ya li herêma Cizîrê bi armanca nirxandina rewşa dawî civînek lidar xist. Şêniyên navçeyê, şêx û rûspiyên herêmê her wiha endamên meclîsa bajarokan beşdarî civînê bûn.
Civîn li navedna Çand û Huner a navçeyê hate lidarxistin. Di civînê de yek ji rêveberên TEV-DEM`ê Mediya Mihemed li ser rewşa siyasî li Sûriyê axivî. Medya diyar kir ku her kes ji bo berjewndiyên xwe şer dike û ew hêzan tevlîheviyê di nava pêkhateyên herêmê de çêdikin.
Mediya diyar kir ku ji beriya 5 hezar sal gelê herêmê li ser esasê mezheb û ol şerê hev dikin û ev tişt anî ziman,”Gelê Kurd û gelê Bakurê Sûriyê hemû pirsgirêkên mezhebî, şovenîst û netewî bi bin xistin. Li şûna wan biratiya gelan di nava hemû pêkhateyên herêmê de ava kir.”
Mediya di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji dagirkirina Efrînê ew e ku projeya netewa demokratîk têk bibe û tevlîheviyê di navbera gelê herêmê de çêbike û wiha dewam kir, “Nikarîbûn armancên xwe pêk bînin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hember komkujiyên siyasî li Efrînê sekinî. Berxwedan li Efrînê didome.”
Medya li ser siyaseta gelê Bakurê Sûriyê wiha axivî, “Siyaseta me ku em hevgirtina gelê Sûriyê ji nûve ava bikin. Pêwîste gelê Bakurê Sûriyê û Sûriyê bi giştî Idlib, Efrîn, Cerablus û Ezazê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bikin.”
Di dawiyê de Medya diyar kir tekoşîna gelê Kurd ne tenê ji bo avakirina statuyeke Kurdî yan Erebî ye lê belê avakirina statuyekê ku hemû pêkhateyan digre nava xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Di Rojhilata Navîn de gelek dozên ji bo çareserkirinê hene lê kilîta wan netewa demokratîk û biratiya gelan e.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.