Rojnameya Ronahî

Birîna xwe bi tabloyan kewand

 

Şêwakarê cihû, Maryan S. Maryan yek ji wan şêwekaran e ku ji Holokostê bi birîndarî filitiye. Wî serpêhatiyên xwe yên li kampa komkirinê Auschwitzê, bi tabloyên ku fîgûrên ecêb li ser in, anî ziman. Serpêhatiyên wî yên gelek dijwar hebûn û van serpêhatiyan heta mirinê jî ew aciz kir.

Huner gelek caran xwe li serpêhatiyan dikişîne, heger serpêhatiyên meriv yên balkêş û xerîb hebin, siberojê ev serpêhatî dikarin bibin çavkaniya hunerekî çê. Şêwekarê Lehî yê cihû Maryam S. Maryan ê ku navê wî yê bi rastî Pinkas Bursztyn e, xwedî serpêhatiyên ecêb bû. Rojên wî yên li kampên qirkirinê yên Nazîyan, kirin ku li ser şêwekariyê hûr bibe û kula dile xwe bi tabloyan derbire. Wî li wan kampan, rojên pirr zehmet bihurandibûn. Li gel ku di gulebaranekê de 7 gule li bedena wî ketibûn jî ew bi saxî filitîbû.

Ev şêwekarê cihû yê Lehî, yanî Maryan S. Maryan sala 1927’an tê dinyayê. Dê û bavê wî karker in, yanî ew ji çîna karkeran in. Di sala 1939’an de Maryan, dê û bavê wî û du xwişkên wî jî ji hêla Naziyan ve hatin girtin û Naziyan ew şandin kampên mirinê yên li Auschwitzê! Lê beriya malbat here kampan, Maryanî ji malbata wî vediqetînin û wî dişînin kampeke li Krakovê. Piştî çend salan, wî jî dibin kampên Auschwitzê. Lê Maryan, careke din malbata xwe nabîne, ji lewra malbat di dema qetlîamên Holokostê de tê qirkirin û ji Holokostê tenê Maryan xelas dibe. Lê ew jî bi birîndarî xelas dibe, piştî ku şer bi dawî dibe, lingekî wî jê dikin û ew bi vî awayî jiyana xwe didomîne.

 

Serpêhatiyên li Holokostê diresmîne

 

Maryan sala 1947’an weke gelek cihûyan berê xwe dide Îsraîlê û li Qudsê bi cih dibe. Li Qudsê di dibistaneke hunerî de dixwîne. Cara ewilî, sala 1950’î pêşangeheke şexsî vedike û karen xwe li wir nîşanî xelkê dike. Her wiha navê xwe yê rastîn jî di wan salan de diguherîne û navê “Maryan” li xwe dike. Piştî çend salan jî diçe Parîsê û bi hevala xwe ya ku navê wê Annette ye, li wir dimînin û dixebitin. Lê li Parîsê jî hedana wan nayê û vê carê berê xwe didin Emerîkayê. Li New Yorkê li “Chelsea Hotel” bi cih dibin û odeyeke otêlê dikin warê xebatê, ango weke studyo bi kar tînin. Maryan demeke dirêj li vê otêlê dimîne û dixebite. Gelek tabloyên xwe jî di van salan de çêdike. Ew bi van berhemên xwe birînên ji ber serpêhatiyên xwe yên dijwar, dikewîne û diresmîne.

 

Karîkaturîzekirina hovîtiyê

 

Maryan sala 1977’an, di 50 saliya xwe de ji ber ku dilê wî disekine, wefat dike. Jixwe, beriya ew wefat bike jî psikoljiya wî ne baş bû û gelek caran nikaribû biaxive. Lê piştî mirina wî, hevjîna wî Annette li karên wî xwedî derket, gelek caran jî wê kuratorên ku xwestin karên wî nîşan bidin, red kirin û demeke dirêj nehişt ku kes dest bide karên wî. Ji lewre, li studyoya Maryan gelek alavên wî yên ji zaroktiyê mabûn, li cem wî bûn, her wiha gelek maskeyên ku ji Efrîkayê hatibûn jî kom kiribûn. Hin defterên wî yên ku li ser wan xêz kiribû hebûn û nivîsên wî jî gelek bûn li vê studyoyê. Jixwe, wî ji bo van defterên xwe gotibû, “serpêhatiya jiyana min in”.  Lê herî zedê jî tabloyên wî yên ku fîgûrên ecêb li ser wan xêz kiribûn, bala xelkê dikişandin. Wî di van tabloyên xwe de serpêhatiyên xwe yên dema Holokostê, xêz kiribûn. Fîgûrên wî yên weke karîkatûran tên xuyanê, hovîtiya wan salan vedibêjin. Wan salên bi êş û elem derbasbûyî.

 

Bi filmê ‘Ecco Homo’ otorîteyê rexne dikin

 

Filmê reşû spî yê bi navê “Ecco Homo” yê sala 1975’an, behsa serpêhatiyên Maryan dike. Ev film, filmekî metrajdirêj e û derbarê Maryan de çavkaniya herî sûdewar e. Di destpêka filmî de behsa Ku Klux Klan, qetlîamên li Vîetnamê û dîktatorê Şîlî Augusto Pinochet tê kirin. Di wan salan de Emerîkayê Vîetnam dagir kiribû û li gelek welatên Emerîkaya Latîn jî dîktator serwer bûn. Ew dixwazin bi vê yekê otorîteya li dinyayê ya xerab nîşan bidin û bikin ku xelk empatiyekê çêkin bi qetlîmanên din ên weke Holokostê re. Her wiha Maryan bi xwe jî serpêhatiya xwe vedibêje di filmê “Ecco Homo” de.

Karên Maryan piştî mirina wî cara ewilî li Emerîkayê di pêşangeha bi navê “My name is Maryan” (Navê min Maryan e) de hatin nîşandan. Her wiha sala 2023’an jî dê li Muzeya Tel Avîv a Hunerî ango li Îsraîlê jî karên wî werin nîşandan. Li gel karên wî, filmê “Ecco Homo” jî wê were nîşandan. -Ozgurpolitika