Thursday, June 5, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xebatên TEV ÇAND’a bakur û rojhilatê Sûrî yên salekê

25/12/2022
in ÇAND Û HUNER
A A
Xebatên TEV ÇAND’a bakur û rojhilatê Sûrî yên salekê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê salekê di qadên Sînema, Şano, Mûzîk, Govend, Wênesazî û perwerdeyan de gavên pir girîng avêtin û encamên baş bidest xistin.

Yek ji tevgerên çandê ku li hemberî  qirkirina li dijî çand, ziman û nasnameya Kurd têkoşînekê dimeşîne û rolek girîng di pêşketina karên çand, huner û wêjeyê de lîstiye. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA) bû. Di her demê de bi rengekî çalak têkoşîn kiriye, bi karên xwe yên afirîner, dewlemend ên huner û wêjeyê bi berpirsyariya xwe ya li nava civakê rabûye, di karê çand-hunerê de qadên nû afirandiye, herwiha bi wezîfeya  pêşvebirina çand û hunerê rabûye.

TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA di meha Kanuna 2021’an de Konferansa xwe ya li ser asta Bakûr û Rojhiltê Sûryê lidarxist. Di konferansê de biryarên pir giring di derbarê hemû pîşeyên hunerî de hatin girtin, wekî ji nûve birêxistinkirina akademiyên bîrdozî û hunerî, lidarxistina mihrîcanan, hefteyên hunerî li bajar û gundan, avakirina peymangehên mûzîkê, kargehên govend û şano…hwd .

Ji hêla rêxistinî ve jî TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA xwe li ser sîstema Kanton û pênc komînan di giştî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriya yê de ji aliyê Mûzîk, Şano, Sînema, Govend,Wênesazî û peyker sazî de bi rêxistin kir.

Tevlî  astengî û êrîşên dagirkeriyê yên ser tevayiya Kurdistanê jî, di nava vê sale de TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA  gelek xebatên Çandî û Hunerî meşandin û lidarxistin, hin xebatên wê yên sereke wiha ne.

Xebatên perwerdeyan

– 3’ê dewreyên Akademiya Şehîd Welat yên bîrdozî hatine lidarxistin.

– Perwerdeyeke birdozî ji hevserokên navend û kantonan re hatiye lidarxistin.

Sînema

Sala 2022’an li Rojava ji bo çand û hunerê sala Sînemayê bû, kar û xebatên Sînema ji hêla Komîna Sînema ya bi navê Komîna Film a Rojava ve hatine birêxistinkirin û çêkirin.

– Rêze filmê bi navê ” TAVA SOR ” ku ji 16 xelekan pêk dihat û li ser ekranê Stêrk TV hate weşandin.

– Filmê ” KOBANÊ ” ku bi derfet û hêza komîna film a Rojava û xebatkarên wê hat çêkirin û weşandin, hêj jî li bajar û herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û derve jî tê gerandin û weşandin.

– Filmê “BERBÛ ” hat çêkirin  û niha jî di Festivala Hindistanê ya Sînema yê de wê cih bigire.

– Filmê “DEMA DIRÎ REŞKAN, DEMA ŞITIL MEZIN DIBE, KOBANÊ, BERBÛ”bi SîNE ÇIYA re galaya wan li Bakûr û Rojhilatê Sûrya yê hate çêkirin.

– Komîna Film a Rojava belge filmê KOBANÊ çêkir û hat weşandin.

– Komîna Film a Rojava bi Belge Film, Kurte Film û Filmên xwe tevlî Festîvala Almanya yê ya Sînema yê bû.

– Dîsa bi pêşengtiya Komîna Film a Rojava li Ewropa yê gelek Semîner û nîqaş li ser Sîstem û rewşa Rojava hatine meşandin.

– Kêşandina Rêze Filmê bi navê “EVÎNA KURD” yê ku ji 15 xelekan ve pêktê, ber bi dawiyê ve diçe. Niha Komîna Film a Rojava di kêşandina xeleka fînalê de ye, di sala nû de wê bikeve weşanê.

Şano

– Di roja 27’ê Adarê de bi boneya roja Şano ya cîhanê li gelek salonên navendên Çand û Hunerê Şano hatine pêşkêşkirin.

-2’emîn  Mihrîcana “ARÎN ” di dirêjahiya 10 rojan de li Kobanê hate lidarxistin.

– Ji encamê Mihrîcana “ARÎN ” de bi 2  Şanoyan beşdarî Festivala Kerkûk ê bûn û têde xelat girtin.

– Şanoya Mûzîkal ya bi navê “EVDALÊ ZEYNIKÊ” bi pêşengtiya Şanoya Çiya re hate kêşandin û weşandin.

– Dîsa bi pêşengtiya Şanoya Çiya re 2 kargehên Şanoyê yek li Dêrik û yek jî li Qamişlo di dirêjahiya 3 mehan de bi dawî bû, ji encamên van herdû Kargehan de 2 Şano bi navê    “RASTÎ DAGIRKIRÎ Û DARA JIYANÊ” hatin Kêşandin û pêşkêşkirn.

– Şanoya bi navê “TAXA JIBÎRKIRΔ jî li Çend bajarên herêma Cizîrê hate pêşkêşkirin.

Mûzîk

Ji hêla Mûzîkê ve jî di nava vê salê de bi dehan Stran û Kilîp hatine çêkirin û weşandin, hinek ji wan Kilîpan asta Kurdistanê jî derbaskirine û êdî bûne Cîhanî. Mînak kilîpa AWAZÊN WINDAYÎ, HEY ZAPÊ, SERÊKANIYÊ Û AVAŞÎN ya li ser bikaranîna çekên Kîmyewî…hwd, Hunergeha Welat di vê salê de zêdetirî 20 berheman him tomarkirin him jî kilîp çêkiriye.

Wekî din jî bi dehan Stran û Kilîp li Kobanê, Şehba, Tebqa û Reqa hatine çêkirin û weşandin.

-Hunermend û komên Mûzîkê yên TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA bi dehan Şahî, Bîranîn, Salveger, Konsert…hwd hatîne li darxistin.

-Hefteyên Hunerî 2 caran hatine lidarxistin, di wan hefteyan de Mûzîk û Stran, Şano, Govend, Çêkirina xwarinên gelerî, Cil û Berg…hwd, di gund, tax û bajaran de, ji gel re hatine pêşkêşkirin.

 

Govend

– Kargeheke Govendê hatiye çêkirin û ji encama wê 4 Govendên gelerî yên resen wekî Kilîp hatine kêşandin.

– Tevlîbûna endamên Govendê ji praniya karên Hunerî re çêbûye, wekî Kilîp, Şano,Sînema…

 

Wênesazî

-Komînên wênesaziyê ji nû ve têne avakirin lê tevlî vê yekê jî gelek dewreyên wênesazî li gelek navedan hatine û têne çêkirin. Herwiha bi dehan Pêşangeh li tevahî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrya yê hatine lidarxistin.

 

 Plansaziya kar û xebatên pêşerojê

Li gorî plansaziya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya ( TEV-ÇAND MEZOPOTAMYA) li pêşiya wan gelek kar û xebatên li ser asta him Bakûr û Rojhilatê Sûrî yê, him jî li ser asta cîhanê  hene û ji bo wan haziriyên xurt tên kirin,  hin ji wan wiha ne:

– Mihrîcana Wêneyan(fotograf) ya navneteweyî wê li Rojava were lidarxistin.

– Mihrîcana Ş.Yekta ya şano

– Mihrîcana Orkêş ya Stran û Mûzîkê

– Mihrîcana Govendê

– Mihrîcana Sînema… hwd.

Post Views: 51
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin
NÛÇE

Gaziyên şer rewşa siyasî û rêxistinî nîqaş kirin

04/06/2025
GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE
HAJMARA PDF

GAVÊN DÎROKÎ NE LI BENDA BERSIVÊ NE

04/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

04/06/2025
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
QUNCIK NIVÎS

Sînemaya Jinan li Rojava nebûye diyardeyeke gelêrî û civakî

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.