Rojnameya Ronahî

Belgefîlmek li ser Orkêstraya Rojava li Qamişlo hat pêşandan

 

Li bajarê Qamişlo belgefîlmek li ser Orkêstraya Rojava, provayên wê, perwerdeyên muzîkê û endamên wê yên zarok hat pêşandan.

Belgefîlma ji derhêneriya Dilîcan Osman Hiso bi beşdariya endamên Orkêstraya Rojava ya Zarokan, kesayetên rewşenbîr û hunerî, li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate pêşandan.

 

Fîlm ji aliyê Nefel Production ve hat derhênan û kêşan, ku ji 56 deqeyan pêk tê û behsa Akademiya Orkêstraya Rojava û perwerdeyên wê û endamên wê yên zarok ên perwerdekirî û cûreyên provayên ku digirin, dike.

Her wiha belgefîlm balê dikişîne ser zarokên ku ji bajarên dagirkirî wek Serêkaniyê û Efrînê koçber bûne û amûrên xwe yên muzîkê li şûn xwe hiştine.

 

Di dawiya pêşandana belgefîlmê de derhêner Dilîcan Osman Hiso ji aliyê endama rêveber a Orkêstraya Rojava Firyal Colîn ve hat xelatkirin, ku wî jî xelata xwe diyarî ruhê bavê xwe yê hunermend Osman Hiso kir.

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Akademiya Orkêstraya Rojava di sala 2016’an de li bajarê Qamişlo hat damezirandin û tê de bi dehan zarokên ji temenê 7 heta 17 saliyê perwerdeyê li ser amûrên cûrbecûr ên muzîkê dibin. ANHA