Rojnameya Ronahî

Jinên qetilkirî vedijîne

 

Şêwekar û grafîker Asli Filiz bi pêşangeha xwe ya “Jinên Jîndar” bala xelkê dibe ser jinên Kurd ên hatine qetilkirin û wan bi vî awayî di resman de vedijîne. Bi vê pêşangehê, ew nahêle navê wan jinan were jibîrkirin û li serpêhatiya wan xwedî derdikeve.

Şêwekar, grafîker û sêwirmend Asli Filîz, ji bo jinên Kurd ên hatine qetilkirin, her wiha jinên ku zext û zor li wan hatiye kirin, li Hamburgê pêşangeheke bi navê “Jinên Jîndar” vedike. Peşangeh ji hêla “Neues Amt” ve bi rê ve diçe û bi giştî dê 30 berhemên Asli Filîzê di vê pêşangehê de cih bigirin; her yek ji van berheman bi disîplînên hunerî yên cuda hatine hazirkirin.

Aslı Filiz, pêşangeha xwe ya sêyem a solo hazir dike û dibêje, “Em navên jinên hatine qetilkirin, çiqasî bînin ziman, ew jin dê ewqasî bijîn. Xebatên min ên di vê pêşangehê de jî pergala baviksalar a ku jinan qetil dike, dixe hedefa xwe, ez dixwazim navên wan jinên ku hatine qetilkirin, bi riya van resman vejînim.”

 

‘Jin jiyan azadî’ bû felsefeyek

 

Li ser afîşa pêşangeha “Jinên Jîndar” resmê jina Kurd Jîna Amînî heye û dirûşmeya tevgera jinên Kurd a ku di serhildanên li Rojhilat de jî tê gotin, “Jin jiyan azadî” jî hatiye nivîsandin. Asli Filîz dibêje, Jîna jî û ev dirûşme jî ji erdnîgariya Kurdistanê peyda bûne: “Lê piştî wextekî, ev dirûşm bû felsefeyek û hemû jin li dora vê dirûşmeyê kom bûn. Divê em vê yekê piçûk nebînin. Sîstema kapîtalîst heta jê tê dixwaze naverok û maneya vê sloganê biguherîne, divê li hemberî vê yekê jî em baldar bin. Ez jî bi vê pêşangehê xwedî li vê dirûşmeyê derdikevim.”

 

Porê xwe bi yê Jîna ve kir

 

Asli Filîz di wêneyekî xwe de porê bi rastî jî bi kar aniye, wê ji bo vî porî jî got, “Ew porê ku di bin resmê de tê xuyanê, porê min ê bi rastî ye. Min xwest porê xwe jî bi yê Jîna ve bikim. Ji ber ku Jînayê jin hemû li ser rêyekê li hev kom kirin.” Wekî din, Asli Filîzê, wêneyê Garîbe Gezer û Aysel Tuglukê jî çêkirine. Her wiha hin xebatên wê yên ku çanda Mezopotamyayê tînin ziman û weke xalîçeyan hatine çêkirin jî di pêşangehê de cih digirin. Wê ji bo motîfên xwe yên li ser van xalîçeyan jî got, “Ez wisa difikirim ku ev xebatên min rewşa jinê ya li Mezopotamyayê baş rave dikin.”

 

Bi 4 jinan Kurdistana yekpare

 

Asli Filîz ji bo xebata xwe ya bi navê “Li Rojava Şer û Jin” jî got, ew xebata min ya herî girîng e. Wê bi vî wêneyî xwestiye rola jinê ya di şoreşê de û her wiha ew gundê ku piştî şoreşê ji hêla jinan ve hate damezirandin, nîşan bide. Hevgirtina jinên Kurd ya di nav şoreşê de, tesîr li wê kiriye û wê jî bi vê hizrê ev berhema hanê çêkiriye. Di pêşangehê de tabloyeke bi navê “4 jin û 4 erdnîgarî” jî heye. Ev wêne îşaret bi çar hêlên Kurdistanê dike. Asli Filîz vê tabloyê jî bi vî rengî dinirxîne: “Min di vê xebata xwe de erdnîgariya me ya ku bûye çar parçe, bi bîr anî. Li her parçeyekî jinek heye, jineke şervan, jineke hunermend, dayikek û jineke ciwan. Li ba min ev çar jin Kurdistana yekpare temsîl dikin.”

 

Ew ê wêneyên jinên zanyar jî xêz bike

 

Asli Filîz ji bo xebatên xwe yên siberojê jî agahiyan dide û dibêje, “Ez ê jinên zanyar resm bikim. Kesên weke Marie Curie. Her wiha hin jinên ku di vî warî de xebitîne û berhemdar in, dê bibin mijara hunerê min. Kêm kesan wêneyên wan çêkirine. Ez dixwazim di vî warî de wan derxim pêş. Kesên weke Besê Anûş jî tesîra wan li ser min gelek e. Ez baş nizanim li Kurdistanê hin jinên ku di warê zanistê de xebitîne, hene yan na, lê ez ê li vê yekê jî bikolim. Ez dixwazim navê van jinan fêr bibim û bi resmên xwe şahidiya serpêhatiyên wan bikim.”

 

Ji bo hepsê kartên piçûk yên bi resm

 

Asli Filîz kartên piçûk yên xebatên xwe jî çap kirine û ew dê van kartan bişîne ji girtiyên di hepsên dewleta Tirk de. Di pêşangeha “Jinên jîndar” de hunermenda Kurd Tara Jaff jî dê konsereke piçûk bide û amûra muzîkê harpê bijene. Asli Filîz diyar dike ku ew ji dengê Tarayê pirr hez dike û hema bibêje di hemû pêşangehên xwe de cih dide dengê wê jî.

Di Gulana 2023’yan de dîsa bi heman tema û mijarê dê li Şaredariya Altonayê pêşangeheke Asli Filîz ya solo vebe. Her çipas tema cuda be jî dîsa mijara sereke jin e. Asli Filîz da zanîn ku di 14’ê Sibatê de jî li “Paris Grand Palais” dê pêşangeheke têkel were lidarxistin û di vê peşangehê de jî xebata wê ya bi navê “Keça kurd a bextewar” were nîşandan.

-Ozgurpolîtîka