Rojnameya Ronahî

Li Helebce şanoya li dijî şideta li ser jinê

Navenda Nûçeyan  

Li Helebceyê ji bo bal bikşînin ser tundiya li dijî jinan şanoyek hat nîşandan. Jinan banga rawestandina şideta li hemberî jinê kirin.

4 meha kanunê li ber avahiya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerê ya Helebce ji aliyê gruba Rêveberiya Têkoşîna dijî Şideta li ser Jinê ve şanoya bi navê ‘Reş û spî’ hat nîşandan.

Berpirsa çalakiyê Gulistan Ehmed derbarê çalakiyê de ji Rojnews re axivî û wiha got: “Me vê şanoyê di çarçoveya pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî şideta li ser jinê de li darxist. Naveroka şanoyê behsa pirsgirêk, astengî û şideta li ser jinê tê meşandin dike. Ev şano peyameke ji bo carek din civak bi serxweve were û şideta li ser jinan kêm bibe û jin jî bikarin li ser lingên xwe rawestin.”

Lîstikvana Şanoyê Tîşu Namiq jî derbarê naveroka şanoyê de wiha got: “Şanoya me behsa pirsgirêkên jinan dike. Hemû ji çîrokên rastî hatine wergirtin. Di şanoyê de behsa şideta li hemberî jinê tê kirin dike. Di şanoyê de behsa wê yekê jî tê kirin ku ger jin bi hevre li dijî astengiyan rabin, wê ti kes nikaribe li beramberî jinan raweste.”