Rojnameya Ronahî

’Li hemberî êrîş û dorpêçê em xwedî piroje û helwestin’

 

 Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê a herêma Efrînê Newroz Silêman da xuyakirin ku êrîş û dorpêça li ser herêmê bandoreke neyênî li ser xebatên hunrî dike û got, tevî hemû zehmetiyan jî em ê pirojeyên xwe dewam bikin.

Navenda Nûçeyan/ Şehba 

Êrîşên domdar yên dewleta Tirk ya dagirker û dorpêça hikumeta Şamê yên li ser herêm, banoreke neyênî li ser tevayiya aliyên jiyanê yên welatiyan dike. Ji ber êrişên rojane yên ser herêmê saziyên xizmeguzariyê û tevayiya saziyên herêmê zehmetiyên mezin dibînin. Herwiha dorpêç jî bandoreke mezin dike. Tevgera Çand û Hunerê Jî ji ber êrîşên ser herêmê û ambargoya heyî zehmetiyan di kar û xebatên xwe de dibînin.  Lê tevî hemû zehmetiyan jî ew bi biryardarî û moraldayînek xurt xebatê xwe didin meşandin, Herwiha ji bo pêşerojê pirojeyên xwe amede dikin.

Derbarê êrişên dewleta Tirk yên ser herêmê û bandora wan li ser xbatên hunerê hevseroka Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Newroz Silêman ji rojnameya me re axivî.

’Armanca êrişên dagirkeriya Tirk têkbirina aramiya herêmê ye’

Newroz Silêman diyar kir ku armanaca êrîşên dagirkeriya Tirk yên ser herêmê valakirin û dagirkirina herêmê ye û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên domdar yên ser herêmê, hewil dide ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe, herêmê ji gelên wê yên resen vala bike û planên xwe yên dagirkirina herêmê pêk bîne. Dagirker ji bo ku karbin planênên xwe pêk bînin hewil didin tevayiya xebatên Rêveberiya Xweser lawaz û asteng bikin. Yek ji armancên êrîşên dagirkeriyê jî ew e ku lawaziyekê bixin kar û xebatên saziyên herêmê.”

’Êrîşên dagirkeriyê bandorê li xebatên hunerî dike’

Newroz anî ziman ku ev rewşa heyî yekser bandorê li ser projeyên wan yên hunerî dike û wiha domand: “Xebatên hunerî ji bo moraldayîn û xurtkirina vîna gel li hemberî êrîşên dagirkeriyê pir girînge. Lê ji ber êrîşên dagirkeriyê em astengiyan di kar û xebatên xwe de dibînin û bernameyên me yên hunerî yên di nava gel de kêm dimînin. Herwiha ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêm jî, em di peydekirina alavan de zehmetiyan dibînin.”

’Li hemberî êrîş û dorpêçê em xwedî piroje û helwestin’

Newroz da xuyakirin ku li hember êrîşên dagirkeriyê ew xwedî helwest û bi îsrarin ku xebatên xwe bi ser bixin û wiha got: “Tu carî tevgera candê nehatiye sekinandin û di cihê xwe de nemaye. Her dem li himberî êrşîan û dorpêçê, em xwedî piroje û helwestin. Tevî hemû zehmetiyên ku em rojane jiyan dikin jî, amadekariyên me yên ji bo pêkanîna proje û derxistina berhemên hunerî yên nû bi hêz dewam dikin. Ti êrîş nikare vîna me bişkîne. Wê berhemên me yên hunerî di demeke nêz de werin pêşkêş kirin. Bila dijmin û tavahiya cîhanê  bizanibe ku gelê me vîn û biryardariyeke mezin têkoşîn dike”.

’ Pêwîste rêxistinên mirovî bi erkê xwe yê exlaqî rabin’

Hevseroka Tevgera Çand û Hunerê a herêma Efrînê Newroz Silêman banga li rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin û wiha qedand: “Her çiqas êrîşên hovane li ser gelê me bê kirin, ewqas berxwedanî û têkoşîna gel jî bilindtir dibe. Em bang tavahî rêxistinên mirovî dikin ku li hember van êrîşan xwedî helwest û bertek bin, herwiha bi erkên xwe yên exlaqî rabin”.