Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê em li ba kurdan li dijî faşîzmê têbikoşin

17/07/2018
in ROJEV
A A
Divê em li ba kurdan li dijî faşîzmê têbikoşin
Share on FacebookShare on Twitter

Ciwanên enternasyonalîst ên ku ji Spanya û Swîsreyê beşdarî çalakiya Mertalên Zîndî bûne, diyar kirin ku gelê Kurd ji bo mirovahiyê têkoşînê dike û gotin; “Em jî li dijî êrîşên dewleta Tirk li virin.”
Çalakiya Mertalên Zîndî ya ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Qendîlê hatî destpêkirin ji 8’ê Hezîranê ve didome û her roja ku diçe piştgiriya ji bo çalakiyê zêde dibe. Komek ciwanên enternasyonalîst ên ji Spanya û Swîsreyê ev çar roje çalakiyê berdewam dikin.
Ciwanê ji Siwîsre Tobyas Ryak li ser armanca hatina xwe axivî û wiha got, “Ji ber ku tevgera gelê Kurd mezintirîn şoreşa cîhanê ye, ez hatime Kurdistanê. Ez hatime çanda şoreşgerî ya gelê Kurd fêr bibim. Li gorî min şoreşa gelê Kurd yekane sîsteme ku li dijî kapîtalîzmê cihanê ber bi başiyê ve bibe. Gelê Kurd li dijî faşizm û sîstema kapîtalîzmê têdikoşin. Ji bo ku em jiyanek baştir ava bikin, divê em mil bi mil li gel Kurdan li dijî vê sistemê têbikoşin.”
Ciwanê enternasyonalîst yê ji Spanyayê Avrî jî wiha got: “Li gorî min divê agahiya me ji tevahî mirovahiyê hebe, berî hemû tiştî jî, ji jin û zarokan. Divê em hewl bidin ji bo parastina mafê mirovan. Her çiqas ku li beramberî êrişên dewleta Tirk piştgiriyek rasterast ji gelê Kurd nayê dayîn jî lê, em ji bo piştgirîya wan hatine vir.”Guillermo Di Marco yê ji Spanyayê: “Tevî êrişên berfireh ên li ser gelê Kurd jî, lê ticaran têkoşina gelê Kurd têkneçûye. Berxwedana wan hêvî dide mirovan. Dewleta Tirk topbaran û bombebarana vê xakê dike, li beramberî vê jî ciwanên Kurd parastina xaka xwe dikin û gav ber bi paşve na avêjin. Her çiqas tevgera gelê Kurd ji ya gelên Ewropa cudaye jî lê, em dikarin ji hevdu fêrî tiştên cuda binin.”
Ciwanek din jî wiha got: “Em weke nûnerên ciwanên enternasyonalîst hatine vir. Em hatine li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk piştgiriya niştecihên Qendilê bikin. Her çiqas ku em li Swîsreyê dijîn lê, peywendiyên me qut nebûne û qut nabin. Bi taybet jî ez hest dikim ku nêzîkatiyek pir xurt ya me li gel tevgera gelê Kurd de heye. Ji ber ku ji bo azadiya jin û mirovahiyê têdikoşin. Ji ber vê çendê em ji bo piştgirîya wan hatine vir.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.