Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwîna Welat wê li erdê nemîne

17/07/2018
in ROJEV
A A
Xwîna Welat wê li erdê nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Xerzanê Welat Gever bi bîr anî, ji malbata wî û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi bîr xist ku fermandarê gerîla Welat Gever li gelek herêman têkoşiya ye û ev peyam da:
“Li dijî şerê qirker û mêtinger ê TC’ê yê li Kurdistanê, weke tevger û gel em bi berdêlên giran li ber xwe didin. Ev berxwedana me gihîştiye asta topyekûn. Di vê demê de ku şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd bi dijwarî dewam dike, tevgera me, gelê me û dostên me li hemû parçeyan û li deveyî welat di nava her şert û mercî de xwedî li têkoşîna azadiyê derdikevin û vê yekê weke çavkaniya mezin a hêvî û rizgariyê dibînin.
Têkoşîna me ku roj bi roj bêhtir nêzî azadiyê dibe, bêguman bi saya şehîdên me yên leheng ku di vê oxirê de canê xwe feda kirin, dan pêş û tevlî karwanê nemiran bûn, gihîşte vê astê. Xwîna şehîdan a li her bihosta axa Kurdistanê rijiya ye, li wê derê jiyaneke nû û vejîn afirandiye. Gelê me yê Geverê ku bi şehîdên xwe yek ji kelehên berxwedan û welatparêziyê ye û di têkoşîna me de bi berdêlên xwe timî bûye xwedî roleke diyarker, fermandarekî xwe yê din ê leheng û bi rûmet hevrêyê me Welat Gever tevlî karwanê şehîdan kiriye.
LI GELEK HERÊMAN FERMANDARÎ KIR
Hevrê Welat hîn di emrê ciwantî de, sala 1993’an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û demeke dirêj li gelek qadên şer bi fedakariyeke mezin bi erk û wezîfeya xwe rabû. Ji roja tevlî nava refên têkoşînê bû û heta roja dawî bû ewladekî hêja yê gelê xwe, şervan, fermandar, milîtan û hevrêyê partiya xwe. Ji başûr heta bakur, ji rojhilat heta rojava, ji Zagrosan heta Amed û Xerzanê li çar parçeyên Kurdistanê bû xwedî erkeke mezin û cihê xwe di dilê gel û hevrêyên xwe de girt. Hevrê Welat ku bi kesayetiya xwe ya partiyê, bi sekna xwe ya dilnizm û kedkariya xwe li pêş bû, wezîfeya xwe ya dawî ya Fermandariya Eyaleta Xerzanê jî bi sekna xwe ya pêşeng bi cih anî.
Weke hevrêyên têkoşînê, weke nûnerên felsefeya ku ‘dilsoziya bi şehîd re weke destpêka mirovbûnê dibîne’, mîna hevrêyên xwe yên din ên şehîd em ê hevrêyê xwe Welat jî ji bîr nekin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîneke bi heybet bikin ku wî jî tevlî karwanê nemiran bikin. Xwîna hevrêyê me Welat wê li erdê nemîne. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya şehîdê xwe, ji gelê Geverê û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Post Views: 65
ShareTweetPin

Herî Dawî

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…
ÇAND Û HUNER

Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.