Rojnameya Ronahî

11 kargeh tevî ambargoyê jî derfetên kar peyda dikin

 

Li gel ambargoya ku li ser herêmê hatiya ferzkirin, Rêveberiya Xweser 11 kargeh vekirine. Ev kargeh derfetên kar ji zêdetirî 2 hezar kesî re peyda dikin.

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya plana aboriyeke hevgirtî de û ji bo dabînkirina rêgeza xwetêrkirinê gavên nû diavêje.

Rêveberiya Xweser a di Îlona 2018ʹan de hate damezirandin û bi derfetên xwe yên xweser û tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî herêmê bi rê ve dibe.

Rêveberiya Xweser di çarçoveya xebatên xwe yên aboriya civakî de, gelek kargeh vekirine û derfetên kar ji welatiyan re peyda dike. Her wiha bandorên ambargoya li ser herêmê kêm dike.

Endamê rêveber ê Rêveberiya Kargehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mensûr Mehmûd diyar kir ku piştî aloziya ku li herêmê dest pê kir û ruxmî tengasiya aboriya cîhanê jî, Rêveberiya Xweser dest bi destekdayîna qadên aborî kir.

 

Mensûr Mehmûd da zanîn ku piştî nîqaş û lêkolînên berfireh Rêveberiya Xweser dest bi avakirina kargehan kir da ku bandorên aloziya aborî ya li Sûriyê bi giştî kêm bike. Her wiha got, di saya van kargehan Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qasî herêmên din bandora aloziya aborî li ser çênebûye.

 

Rêveberiya Xweser desteka diravî da gelek projeyan, cihên guncaw ji wan re veqetandin, avahiyên wan restore kirin.

 

11 kargeh vekirin

Rêveberiya Xweser 11 kargeh li herêmê vekirin; Kargeha Zozan a Mast û Penêr li Dêrikê, Kargeha Êm a Cizîrê 1, Kargeha Êm a Cizîr 2 li Qamişloyê, Kargeha Êm li Reqayê, Kargeha Zeyta Nebatî li Qamişloyê, Kargeha Tekstîlê li Hesekê, Kargeha Çêkirina Kartonan li Hesekê, Kargeha Çêkirina Xortimên Çandiniyê li Hesekê, Kargeha Xwê li Hesekê û Kargeha Pembo li Hesekê.

 

Di van kargehan de 2 hezar û 335 kes dixebitin.

Rêveberiya Xweser û Rêvebirina Kargehan girîngiyê dide berhemên sereke û stratejîk wekî xwarin û cilan. Ji ber ku buhayê anîna wan ji derve bilind e.

 

Mehmûd diyar kir ku cotkar sûdê ji firotina hilbirînên xwe ji bo Rêveberiya Xweser digire û wiha got: “Cotkar pembo difiroşin Rêveberiya Xweser, piştre ji bo kargehê tê veguhestin. Tovên wê jî ji bo kargeha zeytê tê şandin û zeyt jê tê derxistin. Ev yek rê li ber anîna zeytê ji derve digire. Her wiha êm jê tê derxistin ku sewalkar sûdê jê digirin.”

 

Rêveberiya Xweser zehmetiyên anîna madeyan ji derve dikişîne. Mensûr Mehmûd li ser vê yekê wiha got: “Em madeyên ku nayên peydakirin wekî makîne û hin madeyên bingehîn ji derve tînin. Sedema van astengiyan siyasetên plankirî yên li dijî Rêveberiya Xweser e.”

 

Mehmûd her wiha got: “Em di rêvebirina kargehan de me rêvebirina kalîteya hilbirînê aktîf kir da ku karibe bi yên derve re pêşbaziyê bike û madeyan bi kalîteyên baş û pîvanên cîhanî bişînin piraniya dewletên derdorê. Kalîteya hilbirînê wê bandorekê li bihayê madeya bike, heman demê em rewşa debarê ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ber çavan re derbas dikin.”

 

Projeyên Pêşerojê

 

Mensûr Mehmûd bal kişand ser projeyên pêşerojê jî û wiha got: “Me hinek proje pêşniyar kir û ji aliyên têkildarî re şandin da ku lêkolîn bikin û li gorî budceya Rêveberiya Xweser wê hinek proje werin erêkirin. Ji wan projeyan; kargeheke taybet a çêkirina tayên kitan û pembo ye. ”

Li gel van kargehan Rêveberiya Xweser destekê dide vekirina kargehên taybet wekî xwarin, derman û cilan.  ANHA