Rojnameya Ronahî

Her govendek çîrokek e

Komuna Folklorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rêxistina xwe li 20 bajarên cuda folklorê digihîne nifşên nû. Îbrahîm Hemê destnîşan kir ku govend ne tenê govendeke ji rêzê ye û got, “Hûn dikarin bi folklorê ji gel re behsa çand û şoreşa xwe bikin.”

Folklor ne tenê reqs, çand, dîrok, çîrok û efsaneya gelan e. Komuna folklorê ya ku sala 2015’an li Rojava hat avakirin, ji bo parastina çand û hunerên gelan girîngiyê dide perwerdehiyê.

Komuna folklorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya ku bê avakirin, bi komeke piçûk bi awayekî xwezayî û dildarî xebatên xwe dimeşandin. Sala 2015’an bi awayekî fermî hate avakirin û ji Dêrikê heta Şehba, ji Reqa heta Dêra Zorê komînên folklorê hatin oganîzekirin.

Bi perwerdeyên heta sala 2018’an ên li Akademiya Şehîd Yekta Herekol, bi giştî 9 dewreyên perwerdeyê hatin vekirin û di heman salê de weke Komuna Roj a Folklorê hate organîzekirin. Ev komuna ku perwerdehiya folklorê lê tê organîzekirin, ji sala 2018’an ve wekî Komuna Roj a Folklorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê naskirin.

 

20 Komunên folklorê

 

Li Şehba, Heleb, Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Girbawî, Qamişlo, Tirbespiyê, Maşok, Rimelan, Koçerat, Dêrîk, Til Koçer, Til Berak, Til Hemîsê 20 komînên folklorê hene. Her komunek herî kêm ji 10 kesan pêk tê. Ji 2015’an ve komun, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê festîvalan li dar dixin.

Komuna Folklorê bi cilûbergan re bi taybetî elaqedar dibe. Li ser çandên folklorî yên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava lêkolîn tên kirin û li gorî govendê cil û berg tên hilbijartin.

 

Proje wê dewam bikin

 

Sala 2017’an biryar hatibû dayîn ku folkloreke Netewa Demokratîk ya gelên Ereb, Kurd û Suryanî were nîşandan; lê piştî êrişên dagirkeriyê yên dewleta rtirk ên li dijî Efrînê, sala 2018’an ev proje hate rawestandin. Sala 2019’an li ser dagirkirina Serêkaniyê govendek hate nîşandan. Komunên folklorê ji bilî govendê, armanc dikin ku civakê zane bikin, peyamê bidin civakê û bûyerên dîrokî ragihînin civakê.

Endamên komunê bi nîşandana çanda folklorî ya çar parçeyên Kurdistanê, folklora Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat nîşan didin.

 

Vegotina şoreşê bi folklorê

 

Berpirsê Komuna Folklorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Hemê got, folklor yekîtiyê diafirîne: “Dema ku hûn destên xwe bidin hev, hûn êdî ne yek kes in, hûn dibin civak. Folklor yekîtiya giyan e. Ew refleksa 10 kesan weke yek kesî ye. Ji tevahiya rengan, avabûna rengekî nîşan dide û parastina rêûresm û adetan e.”

Îbrahîm Hemê bal bire ser aliyên kêm û got, hêj gelek rê li pêşiya me ye: “Ji bo em li ser çanda folklorê ya her çar parçeyên Kurdistanê serwer bibin, divê em lêkolînan bikin. Tenê naskirina çanda folklorî ya Bakur yan jî Rojava têrê nake. Folklor nêzîkatiyeke giştî dixwaze. Heya ku em bi giştî nêzîk bibin, em dikarin projeyên bi bandortir bidomînin.”

Hemê di dawiyê de dibêje, folklor ne tenê reqseke ji rêzê ye: “Her komîneke folklorîk xwedî wateyekê ye, dîrokekê vedibêje û xwedî bibîranîn e. Bi folklorê mirov dikare ji gel re behsa çanda xwe yan jî şoreşekê bike.”-ANF