Rojnameya Ronahî

`Kampaniya Gel` hewl dide çandiniyê li herêmê pêş bixe

Darîn Silê/Qamişlo

Bi armanca pêşxistina çandiniyê û kalîteya tovan `kampaniya Gel` kar û xebat dike. Herwiha hewl dide ku rêjeyeke baş ji tovan, ji bo gelê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê peyda bike.

Ji ber ku çandinî çavkaniya û jêdera sereke ya xelkên Sûriyê ye, debara jiyanê li Sûriyê bi çandiniyê ve girêdayî ye. Bi taybet li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, dema çandinî lawaz dibe, Aboriya herêmê jî lawaz dibe. Di van çend salên dawî de krîza Sûriyê bandoreke mezin li ser çandiniyê kir. Bi taybet êrişên dagirkeriya Tirkê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  herwiha qutkirina ava çemê Firatê, hedefgirtina kanalên avdanê û bircên Elektirîkê, bûye sedema kêmbûna zeviyên çandiniyê û kêmbûna hilberîna çandiniyê bi giştî.

Hewldanên Rêveberiya Xweser yên pêşxistina çandiniyê

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tevî êrişên hovane yên dewleta tirkî ya dagîrker Rêveberiya Xweser her sal piştgiriyê dide cotkaran, ji ber wê jî pêşketineke berçav di milê çandiniyê de tê dîtin. Herwiha rêveberî, bi tevayiya derfetên heyî hewl dide çandiniya li herêmê pêş bixe. Ji bilî alîkariya çotkaran, bi armanca pêşxistina çandiniyê, hin komeleyên çandiniyê û kampaniyayên taybet ava kir.

`Kampaniya Gel` Yek ji kampaniyên pêşxistina çandiniya li herêmê ye

Yek ji kampaniyên çandiniyê yên pêşxistina sektora çandiniyê, `Kompaniya Gel` ya ku bi serpereştiya Rêveberiya Xweser ji aliyê sê pisporên çandiniyê ve, di Tebaxa 2021`ê de li bajarê Qamişlo hat avakirin û şaxeke wê jî li bajarê Dêrikê heye. Ev Kampaniya hewl dide çandiniyê di warê zêdekirina hilberînê û başkirina cureyên tovên çandiniyê, li bakur û rojhilatê Sûriyê pêş bixe.

Di kampaniyayê de 140 karkerên jin û mêr, 10 endazyar û 3 pisporên çandiniyê, di herdu şaxên kompanyayê li Qamişlo û Dêrikê hatine dabeşkirin, kar dikin. Karê wan di saet 8’ê sibehê de dest pê dike û di 5’ê êvarê de bi dawî dibe. Rêjeya jinên di kampaniyê de jî dixebitin sedê 50 ye.

Rêveberiya Xweser 14 hezar donim zeviyên çandiniyê, radestî kampanyiayê kir, 12 hezar donim li bajarê Dêrîk û 2 hezar jî li Qamişlo radest kir. Da ku zeviyên kampaniya tê de bên çandin û di dawiya her salê de, hilberîna berhemên çandiniyê bê pere radestî Rêveberiya Xweser bê kirin. Bi vî awayî, dê tov û berhemên çandiniyê li bakur û rojhilatê Sûriyê were peydekirin û pêşxistin.

Cûreyên çandiniyê

Cûreyên çandiniyê yên ku ji hêla kampaniya ve tên çandin jî ev in: Gula berberû, Fûlê soya, genim, garis û pembû.

`Şopandina zeviyên çandiniyê ji hêla endezyaran`

Derbarê kar û xebatên `Kampaniya Gel` endezyara çandiniyê Ahîn Xelîl ji me re axivî û got, Her sibehê endezyarên li kampanioyayê diçin nava zeviyan, da ku berhemên çandiniyê kontrol bikin. Ji bilî wê jî dirêjahiya zeviyan dişopînin û dinêrin ka pêwîstiya çandiniyê bi avdanê heye an na. Herwiha endezyar ax û zeviyan jî kontrol dikin.

`Çandina tovên Folê Soya serkeftî bû`

Ahîn da zanîn ku çandina Folê Soya ji aliyê wan ve weke ezmûneke destpêkî bû, ji bo rêjeya serkeftina çandiniya, wê li herêmê nas bikin û axaftina xwe wiha domand: “Rêjeya çandiniya Folê Soya li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kêm bû. Ji ber wê jî me xwest em ezmûnek despêkî li ser çêkin. Niha bi çandiniya wê hat dîtin ku rêjeya serkeftina wê, li herêma me pir mezin e.”

`Çêkirina ezmûnan û naskirina cûreyên tovan`

Ahîn da zanîn ku Kampaniya ezmûnan li ser tovan çêdike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me beşek ji zeviyan ji bo ezmûnan veqetandiye. Ev beş, têde tevayiya çûreyên tovan tên çandin û ezmûnkirin. Da ku em cûreyên herî serkeftî li herêmê nas bikin. Îsal 400 cureyên genim û 12 yên pembo hatin çandin. Herwiha tevayiya zeviyên ku tên çandin jî bi rêya spartekan, tên avdan.”

Ahîn behsa Zhmetî û astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin kir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Em zehmetiyan di kêmbûna pisporên çandiniyê de û peydekirina mazotê ji bo bîr û makîneyên kompanyayê de dibînin.”

`Emê pêwîstiya civakê pêk bînin`

Endezyar Ahîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku di pêşerojê de dê hewil bidin ku qada xebata xwe berfirehtir bikin, da kampaniya tevayiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bigre nava xwe.  Herwiha got, emê çandiniya herêmê pêş bixin û pêwîstiya civakê pêk bînin