Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heta êrîş hebin wê berxwedan jî hebe

16/07/2018
in ROJEV
A A
Heta êrîş hebin wê berxwedan jî hebe
Share on FacebookShare on Twitter

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji gelek navendan çûn Qendîlê û serdana mertalên Zindî kirin, piştre jî çûn serdana Şehîdgeha Mehmed Karasungur.
Ji bo beşdarbûna çalakiya bîranîna ‘Berxwedana Zîndanê ya 14’ê Tîrmehê ya Rojiya Mirinê’ ji gelek navendên Başûrê Kurdistanê ciwan berê xwe dan Qendîlê.
Ji Silêmanî, Helebce, Çemçemal, Mexmûr, Raperin, Kerkûk û çend navendên din ciwan çûn Qendîlê û serdana çalakiya Mertalên Zindî ya ku 36 roje li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didome, kirin.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê ciwanên enternasyolîst ên Spanya û Swîsreyê ku ji berî 3 rojan çalakî dewir girtin ve hatin pêşwazî kirin. Wê ciwanên Spanî û Swîreyî hefteyekê çalakiyê berdewam bikin.
Piştî ku ciwanan serdana Mertalên Zindî kirin, li herêma kon lê hatiye vedan, govend gerandin. Piştre ciwan bi gelê Binarê Qendîlê re bi karwanekî çûn Şehîdgeha Şehîd Mehemed Karasungur ziyaret kirin.
Li ser navê Mertalên Zindî Tolhildan Zîlan daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye; “ Zilm, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk di ti deman de, berxwedan û îradeya gelê Kurd neşikand. Em bang dikin ku her kes li dijî dagirkeriyê tevlî têkoşîn û berxwedanê bibe. Weke ciwan me bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê li Qendîl li dijî dagirkeriyê dest bi çalakiya mertalên zîndî kir. Li cihekê êrîş û dagirkerî hebe, li hemberî wê berxwedan jî heye. 36 roje em li dijî dagirkeriyê berxwedanek mezin dikin. Bi ruhê 14’ê Tîrmehê me soza mezinkirina têkoşînê didin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.