Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Mexmûrê bi merasîmekê bîranîna 14’ê Tîrmehê hate lidarxistin.
Li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, Şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. Li ser wateya rojê ji aliyê Rêveberê Wargeha Mexmûrê Mustefa Cizirî ve axaftin hat kirin.
Rêveberê Wargeha Mexmûrê Mustefa Cizirî bal kişand li ser avabûna partiyê û şehadeta Şehîdên 14’ê Tîrmehê û got: “Îro roja berxwedana îradeya mezin, berxwedana Îdeolojîk, berxwedana kesayetên mezin yên weke Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku li himberî dagirkeriya dewleta Tirk û cûnta 12’ê Îlonê şerê hebûnê dabûn destpêkirine. Ji ber wê ruhê 14’ê Tîrmehê,ruhê şoreşa me ye. Wek Rêbertî jî dibêje ‘Kemal Pîr û Mehmed Xeyrî Dûrmûş ruhê min yê veşartî bûn’ li gel wan hevalan yên din jî pêşeng bûn. Van hevalan li himberî faşîzmê berxwedaneke mezin kirin.”
Cizîrî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro jî faşîzim heye wek heval Hakî Karer gotî ‘me bi şeşan destpê kir û me bi şeş hezaran berdewam kir, niha ji gihiştiye milyonan.’ Niha jî her çiqas şert û merc nebaş bin lê pêwîste ji her wextî zêdetir em li himberî dewletên dagirker û faşist li ber xwe bidin û xwedî li nirxên xwe û şehîdên xwe derbikevîn.”
Piştî axaftinan filmê 14’ê Tîrmehê hat temaşekirin.