Rojnameya Ronahî

Viyan Mayî: Sînema jî bi qasî xebata çekdarî xizmeta doza Kurd dike

 

Jina Sînemakar a Kurd Viyan Mayî behsa giringiya sînemayê kir û got, sînema jî bi qasî xebata çekdarî ji bo doza Kurd giringe. Mayî daxwaz ji hunermendên Kurd kir ku bi wijdanî kar bikin û got: “Her çiqas sînemaya Kurdî hinek belave ye, lê di heman demê de jî karek gelek ciwan heye û xebatek gelek baş di vî warî de tê kirin.”

Sînemakara Kurd Viyan Mayî di sala 1960’an de li devera Behdînanê li gundê Mayî hatiye dinê. Hîna di temenek gelek biçûk de dayîka wê wefat dike. Lê wekî ew dibêje, babê wî kesayetek rewşenbîr bû û hertim piştgiriya karên wê kiriye.

Viyan Mayî di hevpeyvînek li gel Rojnews de behsa kar û xebatên sînemaya Kurdî kir û dema behsa sînemakarê Kurd Yilmaz Guney jî dike, çavên wê tije rondik dibin û dibêje ew ji bo min ronahiye.

Di destpêkê de Viyan Mayî behsa destpêkirina karê xwe yê sînemayê kir û got: “Sînema ji bo min xewnek bû, min bawer nedikir ji bo min bibe rastî. Navê min Viyan Mayî ye, min navê gundê xwe ji xwere kiriye nasnav. Piştî ku gundê me hat şewitandin em hatin Dihokê. Piştre ez çûm Radyoya Kurdî ya Bexdayê. Li wê derê me dest bi hinek karên filman ên radyoyî kir. Di wê demê de xeyalên min ji bo sînemayê çêbûn ku bikarim wek lîstikvan, derhêner û senarîstek kar bikim.”

Viyan Mayî behsa yekem berhemê xwe yê sînemayê jî kir û got; “Piştî ez çûm Ewropayê min dest bi nivîsîna çîrok û senaryoyan kir. Her wiha derfetên hîn baştir ji bo min çêbûn ku di warê nivîsîn û derhênanî de bi şêwazek zanistî bixwênim. Eşq, azadî û berxwedaniya gelê min wisan kir ku ez hîn zêdetir binivîsim û xwe zêdetir pêşbixim. Heta niha min kariye pênc kurte film û filmek dirêj çêkim.”

Sînemakara Kurd wiha behsa berhemên xwe kir; “Yek ji kurte filmên min bi navê ‘Merg û namus’ bû ji cûrê dîko diramaye, yek ji wan berhemên min ên ku pir kêfa min jêre tê ye. Piştre filmê ‘Bûka spî’ me çêkir. Di gelek festîvalên navdewletî de hat nîşandan. Piştre filmê ‘Keçe Kurdek’ hat çêkirin behsa ka çawan keçek li ser evîndarî û maçek dibin qurbanî. Giringiya vî berhemî ew bû ku tevayî karmendên wê jin bûn. Senaryo, derhêner, kamera, deng, montaj û hemû karên wê jinan kiriye.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Viyan Mayî bi fikar lê bi hêvî behsa rewşa sînemaya Kurdî kir û got: “Dema ji min dipirsin, rewşa sînemaya Kurdî çawane, ez jî dipirsim, rewşa zimanê Kurdî çawaye. Raste zimanê me dewlemende, lê dema dixwazim çîrokek binivîsim yan jî filmek çêkim nizanim bi çi şêwazek kar li ser bikim û berhem bînim. Pêwîste wek sînemakar sêwanek me hebe em dibin de lihev kombibin. Di warê fêrkirin, çêkirin û belavkirinê de alîkariya hevdû bikîn. Her çiqas sînemaya Kurdî belaveye, lê di heman demê de karek gelek ciwan heye, xebatek baş di vî warî de tê kirin.”

Sînemakar Viyan Mayî da zanîn ku sînema jî bi qasî xebata çekdarî xizmet ji bo doza Kurd dike û wiha domand: “Raste welatên serdest û sermayedar çek difiroşin û siyasetê dikin, lê gelan di pişt wan de bi rêya sînemayê karîne xaka Kurdistan û doza Kurdan nasbikin. Ne tenê piştevanên me ne, belku evîndarên me ne, aşiqê azadiyê bûne û li gel me de ne. Niha tabloyên me li ser dîwarên cîhanê dinexşînin. Niha bi rêya kamerayên sînemayê êşa me dibînin.”

Her wiha Viyan Mayî daxwaz ji sînemakarên Kurd dike dema karek dikin bi wijdan û dilsozane bikin û dema dixwazin filmek li ser Kurdan çêkin jî rastgo bin. Viyan got ji berku berxwedana me gelek rewaye.

Di dawiyê de jî Sînemakara Kurd Viyan Mayî behsa ciwaniya xwezaya Kurdistan û jiyana Kurdan kir û got: “Modela jiyan me gelek ciwane. Modela sitran û rengên wan ciwane. Dayîkên ku li ber landikê di nava morîkên rengû reng de li ber lorînan kur û keçan mezin dikin. Piştre jî çek didin destê wan û ber bi berxwedana ji bo parastina welat birê dikin. Em gelek in ku aşiqê azadiyê ne û me azadiya tu gelan têk nedaye, xebatek pîroz û rewa dikîn.”– ROJNEWS