Rojnameya Ronahî

Keskesora Şewitandî

 

 

Hunermenda Îzlandî Rúrí, 71 salî ye û ji sala 1983´yan ve serê xwe bi keskesoran diêşîne.

Hunermenda Îzlandî Rúrí, 71 salî ye û ji sala 1983´yan ve serê xwe bi keskesoran diêşîne. Wê performans û înstalasyonên cihê yên bi keskesoran ji hingê ve çêkirine.

Ew ji bo huner dibêje, “zimanê min e”.  Mijarên wê yên sereke jiyan û bihevrejiyan in. Ne tenê ji bo mirov û civakan, lê di asta ahenga kozmîk de. Ew qebqebûyê dike li ezafîbûna tiştan û fenomenan, û sîstema koordînatan a ku mirovan pê ji bo diyarkirina da ku hawîrdora xwe strukture bikin.

Ji ber wê zehmet e mirov hunerê Rúríyê bisinifîne û etîket bike. Hunerê wê bi gelek formên cihê xwe dide der.

Berhemên wê têgehî ne, bi wî rengî ku ew girêdayî hin fikrên diyar in û xwe disipêrin teoriya hestpêkirinê.

Di nava awayên berhemên wê de performans, qewimîn, xêzkirin, peykersazî, wênegirî, vîdeo, înstalasyon û gelekên din jî hene.

Axir performanseke wê ya sala 1983´ayn bi keskesorê dadiket. Li derve li paytext Reykjavíkê wê ev performans bi navê “Keskesor I” îcra kir. Sala 1985´an li Fînlandiyayê wê “Keskesor IV” weke projeyeke parastina hawîrdorê îcra kiribû. Sala 2016´an wê înstalasyona Keskesor li balefirgeha Keflaviok ya li Îzlandayê bi cih kir. Lê wêneyên performansa wê ya “Keskesor I-IV” a sala 2014´an a ku dubarekirineke performansên wê yên “Keskesor” bû, têra xwe balkêş û her wiha manedar bû. Wê keskesora bi darê ve kirî ya dêw a qumaşî, di dema performansê de şewitand. Ew di keskesorên xwe de timî çar rengan bi kar tîne: Kesk, sor, zer û şîn. -Ozgurpolitika