Rojnameya Ronahî

Ji bo parastina pêdiviyên berê, xaniyê xwe xistiye mûze  

Welatiyê bi navê Salih Akoyî yê ji gundê Akoyan yê girêdayî bajaroka Rewandizê, mala xwe xistiye mîna mûzeyeke hunerî û pêdiviyên berê tê de bi cih kirine. Salih dibêje, çand nasnameya neteweyan nîşan dide, ji bo wê hewl daye çand û kelûpora kurdî biparêze û bi nifşê nû jî bide naskirin.

Salih Akoyî temenê wî 60 sale, dîwanxaneyek avakiriye û navê wê jî xistiye ‘Dîwanxaneya Paşayê Gewre’ û dibêje ji ber ew gelek ji Mîr Mihemed Paşayê Gewre yê Rewanduzê hez dike, ev nav li dîwanxaneya xwe kiriye.

Akoyi derbarê vî karê xwe de diyar dike armanca wî ewe ku çanda Kurdî ya berê bi parêze. Salih dîwanxaneya xwe li nava hewşa mala xwe de avakiriye û her kesek bixwaze serdan bike, bi taybetî jî ciwan dikarin herin bibînin.

Li nava dîwanxaneya Akoyî de sê tiştên gelek kevnar hene, yek ji wan xencerek ya serdema Mîr Mihemed Paşayê Gewre yê Rewanduzê ye, ya din jî rimeke ku serê wê hesin û tûje bi darek zirav ve hatiye girêdan û dîroka wê zêdetirî du hezar sale. Berhemê din yê herî kevin jî mohra qesabxaneya Rewanduzê ye.

Di sala 1983’an de Salih Akoyî dest bi karê wênegirtin û tomarkirina dîmenan kiriye. Bi dehan cûrên kamera û wênegiran bikaraniye. Di nava arşiva wî de bi sedan bîranînên xelkê Rewanduz û Soran hene. Her wiha teyîbek gelek kevin ku bi wê dengê hunermend Şivan Perwer û Nasir Rezazî hatiye tomarkirin jî li cem Salih Akoyî heye.

Salih Akoyî derbarê parastina kelûporên Kurdî de rexne li hikûmeta Herêmê kir û got, “Hikûmeta Herêmê giringî bi parastina kelûpor, ferheng û çanda Kurdî nade. Ev yek jî bandorê li ser têkçûna rastiya jiyana siyasî, ferhengî û civakî heye. Ji berku her welatek dema çand, huner û resentiya wê nema, wê nasnameya xwe ya resen ji dest bide.”

RONNEWS