Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Jinên efrînî: HRE hêviya me ya rizgarkirina Efrînê ye

29/05/2022
in Uncategorized
A A
​​​​​​​Jinên efrînî: HRE hêviya me ya rizgarkirina Efrînê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên ji Efrînê yên li Helebê piştgiriya xwe bi berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê re anîn ziman û gotin, çalakiyên wan yên li dijî dagirkeran hêviya rizgarkirin û vegera li Efrînê didin wan.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ên ku Efrîn dagir kirine, dixin.

Çalakiyên dawî yên HRE’yê yên li dijî dagirkeran di navbera 12-17’ê Gulanê de li herêmên Bab, Marî, navçeya Şera ya Efrînê û gundê Til Medîq ê Şehbayê bûn.

Ji fermandarên HRE’ê Şiyar Denîz 19’ê Gulanê di hevpeyvînekê ligel ANHA’yê de soz da ku dê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker bixin.

Jinên Efrînê yên li Helebê çalakiyên HRE’yê silav kirin û gotin, HRE’yê hêviya wan rizgarkirina Efrînê ye.

‘Hêzên rizgariya efrînê hêviya me ne’

Jina bi navê Gulîstan Xelîl bal kişand ser çalakiyên HRE’yê yên li dijî hêzên dagirker û got: “Dema em dibihîzên ku Hêzên Rizgairya Efrînê çalakiyan li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar dixin, em hîs dikin ku Efrîn wê ji dagirekran were rizgarkirin û vegera li welat nêzîk bûye.”

Gulîstan Xelîl îşaret pê kir ku şêniyên Efrînê destekê didin Hêzên Rizgariya Efrînê û ev tişt anî ser ziman: “Em piştgiriyê didin hêzên ku li hemberî dagirkeriya Tirk tê dikoşin û li ber xwe didin. Em hêz û îradeya xwe ji hêzên xwe yên dersên giran didin dagirkeran, digirin.”

Gulîstan Xelîl diyar kir ku ew ê bi HRE’yê re bin heta ku bajarê wan were rizgarkirin û got: “Her çiqasî artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên me zêde bike, berxwedana me û îradeya me wê lawaz nebin, wê her tim xurt bin.”

‘Çalakiyên hre’yê hîs dide me ku veger nêzîk e’

Jina bi navê Emel Şêxo jî bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dagirkirina Efrînê de hemû çek û balafir û keşf bi kar anîn. Her wiha got: “Berxwedana me wê raneweste. Efrîn wê vi berxwedan û îradeya ku em ji şehîdên xwe digirin, rizgar bibe.”

Emel Şêxo anî ziman ku Efrîn ne ya Tirkiyê û çeteyên wê ye û wiha domand: “Dema ku Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyan li dijî dagirkeran li dar dixin hêviya veger û rizgarkirinê di me mezin dibe. Hêzên Rizgariya Efrînê wê Efrîn li me vegerîne.”

‘Em piştgiriyê didin hêzên xwe’

Welatiya bi navê Îzdîhar Ehmed jî got: “Dewleta Tirk a dagirker nikare îrada me bişkîne û xaka me talan bike. Bi berxwedanê em ê dagirkeriya li Efrînê bi dawî bikin, çawa şêniyên me 58 rojan li hemberî êrişan sekinîn em ê li kêleka hêzên xwe Hêzên Rizgariya Efrînê li ber xwe bidin.”

Îzdîhar Ehmed banga piştevaniya HRE’yê kir û got: “Armanca yekane ya van hêzan rizgarkirin û vegera li Efrînê ye. ”

 

 

 

 

 

 

 

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.