Rojnameya Ronahî

Şêwekar Xeco Îsa bi wêneyên xwe dîroka jinê xêz dike

Darîn Silê/Qamişlo

Şêwekar ew kes e ku bi firçeya xwe tebloyên bedew xêz dike û di heman demê de dîrokzan e. Çimkî bi tabloyên xwe dîrokê xêz dike, bi taybetî jina şêwekar bi wêneyên xwe êş, berxedan û azadiya jinê ji civakê re radigihîne dike û li dîroka jinê xwedî derdikeve.

Şêwekar Xeco Îsa (23) ku li gundê Gewrikê yê girêdayî bajarê Kobanê ji dayîk bûye, di temenekî piçûk de dest bi hunera şêwekariyê kiriye. Xeco ji ber ku pir ji xêzkirina wêneyan hes dike heta niha hunera xwe didomîne û li kêleka wê jî xebata mamostetiyê dike. Herwiha bi tabliyên xwe yên bedew tevlî gelek pêşangehan bûye. Di şerê Kobanê de jî tevî zor û zehmetiyên şer û jiyana koçberiyê, ji hunera xwe dûr neket û bi xêzkirina wêneyên xwe êş û hestên gelê xwe derdixist holê.

`Heskirina min ya wênexêziyê pêşketinên pir mezin bi min re çêdike`

Şêwekar Xeco Îsa diyar kir ku ji zaroktiya xwe ve, ji xêzkirina wêneyan hes dike û wiha got: “Ez ji xêzkirina wêneyan pir hes dikim. Xwîşkên min jî şêwekar in. Em çar xwîşk di malê de karê şêwekariyê dikin. Min hêz û heskirina şêwekariyê ji xwîşkên xwe girt. Dema xwîşkên min bi keyf û eşq wêne xêz dikirin, ev huner bi min jî didan heskirin. Herwiha me bi hev re wêne xêz dikirin û wêneyên hev dinirxandin, heman demê me moral ji hev digirt. Malbata min jî hêz û alîkariyeke mezin dida me. Ji bilî xwîşk û malbatê, mamoste Mihemed Şahîn jî ez fêrî kursên wêneyan kirim û heskirina wênexêziyê di dilê min de mezin kir. Ji ber wê hêz û heskirina min ya vî karî zêde bû. Niha jî bi vê hêzê hunera xwe dewam dikim û rojbiroj pêşketinên pir mezin bi min re çêdibin.”

Xeco Îsa da zanîn ku li kêleka hunera şêwekariyê karê mamostetiyê jî dike û axaftina xwe wiha domand: “Min Peymangeha Wêjeya Kurdî li Kobanê xwend. Niha jî li Kobanê mamostetiyê dikim û wêneyan jî xêz dikim. Di vî alî de hin astengî derdikevin pêşiya min. Çimkî karê şêwekariyê demê dixwaze. Xêzkirina her wêneyî nêzî hefteyekê dirêj dike. Ez herî zêde di rojê betlanê de wêneyan xêz dikim. Hin caran li dibistanê jî xwendekaran fêrî xêzkirina wêneyan dikim.”

`Ez çand û dîroka jinê xêz dikim`

Xeco got, piraniya wêneyên min rengê jinê didin diyarkirin û wiha pê da çû: “Nêzî 30 tabloyên min hene. Wêneyên ku xêz dikim piraniya wan li ser jinê ne, hin ji wan jî li ser koçbberî û civakê ne. Lê herî zêde ez çand û dîroka jinê xêz dikim, da ku jin ji nû ve vejînim. Ez gelek caran bi wêneyên xwe beşdarî pêşangehên li Qamişlo û Kobanê bûme. Di pêşangehan de gelek şêwekar beşdar dibin. Çimkî bi pêşangehê şêwekar kar û xebata xwe pêşkêş dikin. Em bi vê pir kêfxweş dibin, pêşangeh hem şêwekar hem jî çanda civakê pêş dixe.”

Xeco zehmetî û xweşiya karê xwe bîr xist û got, karê şêwekariyê hem zehmetî û hem xweşiya wê heye. Hin caran astengî derdikevin pêşiya me, lê dema kar serkeftî be mirov wan astengî û zehmetiyan ji bîr dike. Herwiha dema ez xêzkirina wêneyê temam dikim û encameke baş derdikeve pir kêfxweş dibim.

`Armanc pêşketina çanda şêwekariyê ye`

Xeco da xuyakirin ku armanca wê ji hunera şêwekariyê ew e ku çanda şêwekariyê pêş bixe û wêneyên xweşik pêşkêşî civaka xwe bike. Herwiha got, xwedîderketina li hunera şêwekariyê gaveke pîroze û dihêle ku civak jî li çanda xwe xwedî derkeve. Çimkî şêwekarî rewşa civakî ji her alî ve diyar dike.

`Koçberiyê bandorê li hunera min nekir`

Xeco bîr xist ku di şerê Kobanê de û êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser bajarê wan de hunera xwe dewam dikir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Kesê hunermend yan jî şêwekar pêwîst e di her rewşê de dewama kar xwe bike. Koçberiyê bandor li hunera min nekir, çimkî rewşên wisa hêzeke mezin dide mirov, ku dîroka gelê xwe xêz bike. Ji ber wê jî di şerê Kobanê de min wêneyên li ser rewşa koçberiyê û êşa gel xêz kirin.”

`Mirov bi heskirinê serkeftî dibe`

Şêwekar Xeco Îsa di dawiya axaftina xwe de got, ez bi hêvî me jinên me yên xwedî mewhîbe, tev li mewhîbeyên xwe xwedî derkevin û hewl bidin di demên pêş de bibin pêşengên nifşên nû û karekî serkeftî pêşkêşî civaka xwe bikin. Çimkî mirov bi heskirinê serkeftî dibe.

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle