Xalid Etê/Qamişlo
Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) teqez kir ku wê civîna heştan ya Komîteya Sazkirina Destûrê ya Sûriyê ti guhertinan bi xwe re neyne. Lewra ev civînên dibin –ku tê gotin wê destûreke nû bê amadekirin- çareseriyê ji krîza Sûriyê re naynin û neheqiyeke mezin e.
Têkildarî civîna heştan ya Komîteya Sazkirina Destûrê ya Sûriyê ya ku 28ê Gulanê wê bê lidarxistin, rojnameya me hevpeyvînek bi endamû Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo re pêk anî.
Hevpeyvîn wiha ye:
Derbarê beşdarbûna MSD’ê ya van civînan de ti guhertin çêbûye?
Heta niha ti guhertin di beşdarbûna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajo û civînên siyasî yên Sûriyê de çênebûne. Tenê ghuhertina teqez û ya berbiçav ew e ku tundrewên her du aliyên desthilata Sûriyê û opozisyonê, hişktir û hê serdesttir dibin. Jixwe komîteya Bilind ya Danûstandinan di qonaxeke herî xirab de ye û eger jinûve neyê avakirin ku bibe desteyeke rastiya Sûriyê ya rast veneguhize,wê pêvajoya siyasî mehkûmî têkçûnê û bêencambûnê bimîne.
28`ê vê mehê wê rûniştina heştan ya sazkirina destûrê ji Sûriyê re bê lidarxistin. Hûn van civînan ji aliyê naverokê ve, ango mijara ku tên gotûbêjkirin, çawa dinirxînîn û gelo ev çareseriya sereke ya kirîza Sûriyê ye?
Em û hêzên opozisyona niştimanî yên demokratîk li Sûriyê, ji bilî platformên ku yan endamtiya xwe di Komîteya Destûrî û Danûstandinan de cemidandiye, yan jî hatine cemidandin, bi têkçûna pêvajoyê û neçarseriyê ne sûcdar û berpirsyar in. Ne em barê şkestin û têkçûna siyasî hildigirin. Ka em bibêjin ku tevayiya riyên fermî yên siyasî têk çûne. Di rewşa xwe ya herî baş de karîbû pêvajoya siyasî bimeşîne. Heya niha erebeya Sûriyê li pêşiya hesp e, çi li herêmê û çi li qada navneteweyî. Çareseriya kirîzê û pêkanîna biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî bi civînên sazkirina destûreke nû ji Sûriyê re tenê nayê çareserkirin. Ev neheqiyeke mezin e û bi awayekî sîstematîk stûnên çareseriyê ber bi qonaxeke taybet ve dibe ku ji aliyê çareseriya bingehî ya daxwazî û mafên gelên Sûriyê dûr û cuda ye. Sûriye îro di warê bandora hêzên herêmî û navneteweyî de hatiye dabeşkirin. Piraniya van hêzan ji bo ajandeyên xwe yên teng tev digerin. Di rêza pêşî ya van hêzan de Tirkiye heye, ku ji bo parçekirina Sûriyê gavan diavêje. Em dibînin ku hêzên tund yên desthilatdarî û opizisyonê vê atmosfera bêewle jê re ava dikin.
Vê carê hevdemê vê civînê, guhertinên pêvajoya siyasî ya navneteweyî ya girêdayî şerê Ukrayna-Rûsya wê ev bandoreke çawa li van çivînan bike? Bi taybetî wê rol û rewşa Itîlafê çawa bibe?
Itîlaf wê nikaribe li eniya pêş ya opozisyona Sûriyê -kî piştgiriyê bide wê- xwe bidomîne. Eger nikaribe xwe ji vê girêdana qirêj ya bi Tirkiyê re veke wê ber bi dawîbûnê ve biçe û rolên fonksiyonel yên ku wê dilîstin û bandora wê xilas bûne. Jixwe bandora rasterast ya şerê Ukrayna û Rûsyayê ys ser têkiliyên jeopolîtîk li Sûriyê heta niha bisînor in. Hêzên derve yên sereke, ku hebûna leşkerî li ser erdê li Sûriyê hene, hevkariya xwe ji aloziyan veqetandine. Lê Sûriye bê zerer û ziyanan dernakeve, bandorê lê bike û bibe sedema zêdekirina aloziyan li Sûriyê û dibe ku bibe nakokiyekr berfireh di navbera NATO û Rûsya de. Li vir dikare were gotin ku tevliheviya şerê li Ukrayna di dema kurt û dirêj de pêşbînî nake ku heman rrgezên pejirandî yên ku destwerdanên herêmî û navneteweyî li Sûriyê li ser bingehê wan bûn, werin parastin û bibe sedema lihevkirina berjewendiyan. fibe sedema derketina itîfaqan û jixwe li Sûriyê ev yek demkî ye. Careke din em dibêjin ku hêzên destwerdan -heta vê gavê – neçar in ku çareserîya Sûrî ya rast derxin holê. Her alî ji bo jêr-rojeva xwe li çareyên guncaw digere. Li gorî vê yekê, di nebûna Inîsiyatîfa Sûriya demokratîk de, pêvajoya birêvebirina aloziya Sûriyeyê dikare bidome.
Li gorî xwendina we ya rewşê û encamên civînên dawiyê yên komîtê bixwe, gelo ev civîn wê ti guhertinan bi xwe re bîne?
Em di wê baweriyê de ne ku gera heştan jî wê çareseriyê bixwe re neyne. Ne faktora sûbjektîf ya Sûriyê û ne jî faktorên herêmî û navneteweyî, alîkar in. Gelek şaştî hene ku divê berî destpêkirinê bên çareserkirin. Weke me gotç krîz bi destûrê tenê nayê çareserkirin. Jixwe hêzên sûrî yên ku nûnertiya muxalefetê dikin, bi taybetî yên demokrasî, heta niha nînin, herwisa MSD jî ji pêvajoyê dûr xistine. Sûriye parçe dibe eger li ser niştimanperweriya Sûrî neyê lihevkirin û dawî li rewşa inkarkirina çandên neteweyî û olî yên ku li Sûriyê hene û dewlemendiya Sûrî pêk tînin; yanî divê em ji qonaxa serxwebûna Sûriyê sûd bigirin, çareseriyan jê bigirin û qalibên îdeolojîk yên ku Sûriye dorpêç kirine û bûne sedema şêla wê, rast bikin. Sûriya nenavendî ji Sûriyeya navendî gelek çêtir e û wê ewletir û bihêztir be. Bêguman gelek nêzîkatiyên rast hene ku ber bi çareseriya Sûriyê ve diçin, me hin ji wan an jî yên herî girîng destnîşan kirin ku çareseriya krîzê li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî piştrast dikin.
Peyama we…
Sûriye niha parçe bûye. Yekbûn û rizgarkirina Sûriyê bi Efrînê dest pê kir. Berûvajî cihêrengiya Sûriyê, ti alî nikarin sîstemeke navendî jinûve hilberînin. Herwiha her aliyek ku li kêleka Tirkiyeya Erdogan e di aliyê şaş de ye. Pêwîstiya Sûriyê jî bi pîvanên pêşketî, ronakbîrî, ronesansê heye ku bibe sedema çareseriya pirsgirêka demokratîk. Jixwe ya herî sereke çareseriya pirsgirêka Kurd e di destûreke wekhev li Sûriyeke demokratîk û nenavendî ye.