Dilîn Ehmed-Qamişlo
Li hemberî kiryarên dewleta tirkî, bi taybetî projaya avayiyên mêtîngeriyê ya li bajarê Efrînê, Kurd li seranserê cîhanê çalakiyan li dar dixin. Gulisatan Gulo jî derbarê mijarê de diyar kir ku dewleta tirkî bi van kiryaran, dixwaze bi birêxistinkirina DAIŞ’ê Împaratoriya Osmanî vegerîne.
Bi hezarê salan e ku dewleta tirkî dijminayiya gelê Kurd dike, lewra ew li dijî demokrasiyê û azadiya gelan e, bi taybetî gelê Kurd. Piştî şoreşa Rojava gelê bakur û rojhilatê Sûriyê, bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û saya xwîna şehîdan, dest bi kar û xebatê kir. Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe, ji cîhanê re îsbat kirin ku, ew di pirojeya Rêveberiya Xweser de azadiya xwe dibînin.
Ji bo têkbirina vê pirojeyê dewleta tirkî ya dagîrker, bi Şoreşê re dest bi êrişên xwe yê hovane kir. Di encama êrişan de, tevî berxwedan û têkoşîna şervanan, bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, hat dagîrkirin. Niha jî ji bo guhertina demografiyê, dewleta tirkî li herêmên dagîrkirî piroja avayiyên mêtîngeriyê ava dike û di bin navê bicihkirina koçberan, kesên nexwediyê xakê û teybet malbatên DAIŞ’ê bi cih dike.
`Dewleta tikrî bi pirojeya avayiyên mêtîngeriyê zagonên navneteweyî binpê dike`
Li ser mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star ya Kantona Qamişlo Gulîsatan Gulo diyar kir ku, armanca dewleta tirkî ji vê pirojeyê têkibirina jiyana azad e û axaftina xwe wiha domand: “Cîhan tev vê yekê dizanin ku armanca yekê ya dewleta tirkî ji êrişan, tinekirina gelê Kurd e. Bi şoraşa Rojava re ev yek ji cîhanê re diyar bû. Ji bo têkbirina êriş û planên qirêj, emê têkoşînê bikin û ji bo jiyanek azad em bi îsrarin.”
Gulîstan got, eger Erdogan xema koçbera dixwe, bila xwediyê xakê vegerîne ser malên wan û wiha berdewam kir: “Dewleta tirkî ya dagîrker qaşo bi navê bicîkirina koçberan, ev demeke dest bi projeya avayiyên mêtîngeriyê û bicîkirina malbatên çeteyên DAIŞ`ê, kiriye. Projeya ku dewleta tirkî destpêkiriye, binpêkirina zagonên navneteweyî ye. Lê bi piştgiriya gelek dewletên ku jê re dibin alîkar, dixwaze guhertina demokrafiyê pêk bîne. ”
`Armanca dewleta tirkî şerê navxweyî ye`
Gulîstan diyar kir ku, gelê herêmê li hemberî siyaseta deweleta tirkî ya dagîrker hişyare û got, wê gelê herêmê bi hemû pêkhatên xwe bi têkoşîn û berxwedanê, kiryarên dewleta tirkî têk bibin. Bi taybetî jin, lewra yê ku herî zêde zehmetiyan dikşînin û dibin hedefa dijmin, jinin.
Gulîstan Gulo wiha domand: “Berxwedana şervanên me li heberî çeteyên DAIŞ`ê, li ber çavê tevayiya cîhan hat diyar kirin. Niha jî, ji bo dewleta tirk careke din çeteyên xwe birêxistin bike, gelê me yê bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, koçber dike. Ta ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê bicî bike. Herwiha dixwaze li herêmê di navbera gelê ereb û gelê Kurd, şerê navxweyî derxîne. Ji destpêka şoreşa Rojava bi taybetî ji avakirina pirojeya demokratîk, dewleta tirkî bi hemû hewildan û planên qirêj dixwaze vê pirojeyê têk bibe. Lewra hişmendiya wê li dijî azadî û jiyaneke hevbeş e.”
‘Rejima Şamê Sûrî tev xist binê destê dagîrkeran’
Rêveberiya Kongeriya Star ya Kantona Qamişlo Gulîsatan Gulo balkişand ser helwesta rêjîma Sûriyê û axaftina xwe wiha qedand : “Rejîma Sûrî ji destpêka kirîza Sûriyê, xwe bê rol kir. Tevayîya Sûriyê xist bin destê hêzên dagîrker. Ji destpêka Şoreşê de, me ti helwestê rejimê li dijî dewleta tirk nedîtiye. Yanî em matmayî namînin ku ew helwesteke siyasî li dijî piroja avayiyên mêtîngeriyê, diyar bike. Lewra wê xwe teslîmî hêzan derve kiriye. Ji bo wê ya herî girîng û pêwîst em rêxistina xwe xwirtir bikin û derfetê nedin dewleta tirk ku bi êrişên xwe yê faşîst, îradeya me bişkîne. Banga min taybet ji bo jinan ew e ku, bi vîn û hêza xwe bawer bin û têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin, çimkî civak hêza xwe ji jinê digire.”