Şoreşger pêşengê têkoşînê ye ku tevna di navbera binhiş û hişmendiyê de dadihûrîne. Nerînên ku di binhişmendiyê de li ser wî û ji ber vê yekê bi ser kesayata wî/wê û civakê de tên sepandin, tîne hişê xwe, bi hişmendî li ser dixebite jiyaneke nû ya bi bawerî û bi istiqrar biafirîne.
ELÎF AKGÜL ATES
Binehiş ji zikê dayikê dest bi girtina teşe dike û ji hemû qonaxên jiyanê agahî hildigre. Ew navenda fermanê ya refleksên me yen ku em bixweber bêyî fikirînê nîşan didin. Li hemberî xetereyê, ew dihêle ku em bi refleksên ji nişka ve bêyî ku serî li hişmendiyê bidin, biçin parastinê.
Ger em hişmendiya xwe wekî dinyaya ku em lê dijîn bihesibînin, binehişiya me tevahî gerdûn e. Hişmendiya ku tevgerên mirovan birêve dibe ji sedê 5 ji mêjiyê me digire, nehişmendî(binehiş) jî ji sedê 95’ê digire.
Ji ber vê yekê, binehiş deverek hilanînê û her weha qada tomarkirinê ye. Li vir xwestekên veşartî, kêf û travmayên ku mirov di tevahiya jiyana xwe de ji xwe vedişêre hene.
Bûyerên berê bûyerên pêşerojê diyar dikin
Carl Gustav Jung binhişiyê dişibîne qutiyeke reş. Bi têgînek piçûktir, ew di nav çend çirkeyan de bîranînê aktîv dike, di derheqê serpêhatiyên berê de agahdariyan eşkere dike.
Li gorî Erich From û Sigmund Freud, tu hest û bîranîna ku di binhişmendiyê de tê kişandin bi tevahî nayê jêbirin. Lê binehiş dikare wê bi rêvebibe. Rêbaza pêşniyariyê, ango ger ramanên erênî an neyînî ji binehişê re bên şandin, bertek nîşan dide û bersivên erênî an neyînî dide.
Hikûmetên despotîk di rêvebirina civakê de bi rêbazên şerê psîkolojîk û medyaya arasteyî serweriya binhişmendiyê ji xwe re weke pêşengiya sereke dibînin. Bi karanîna taybetmendiya çareserkirina pirsgirêkê, ew hişê binehiş di çareserkirina pirsgirêkan de bi hilberandina pirsgirêkên sûnî ve mijûl dikin. Ji bo manîpulekirina civakê vê rêbazê bi bandor bikar tînin.
Bi peyamên ku didin, carinan ji bo tirsandinê, carinan ji bo provokasyon û çalakiyan peyaman dişînin binhişê, tirsan tepeser dikin. Lewra, ew armanc dikin wekî ku civakê bi vî şêwazî dîlbigrin û li gor xwesteka xwe bi rê ve bibin.
Mînaka vê ya herî berçav jî faşîzma dewleta tirkî ye ku di şexsê Erdogan de bi awayekî herî hovane hebûna xwe didomîne. Faşîzma AKP/MHP’ê bi afirandina dijminên hundir û derve, tirsa gelên Tirkiyeyê ya binehiş seferber dike, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dike mijara jiyanê, ango xeteriya hebûn û tinebûnê ye. Bi vî rengî şerê xwe yê îmha û înkarê bi dijminatiya li dijî Kurdan bi misogerkirina girêdana nîjadperestiyê didomîne.
Şoreşger yê ku şoreşgerî di xwe de diafirîne ye
Li gorî zanyarên civakî, psîkolog û psîkiyatrîstan, ji bo şiyarkirina serpêhatiyên binhiş, hest û ramanan ji xewa kûr û vekirina wan di rêyek erênî de, hewldan û têkoşînek dijwar hewce dike. Dema ku ev ê bikaribe biçe qutiya reş ya cîhana ezmûnan, ew ê bi zanîn û amûran vegere. Ev jî bi baweriyê dikare were bidestxistin. Bawerî bi rûbirûbûna hest, raman û serpêhatiyên bindestkirî xurt dibe. Ji ber ku rûbirûbûn, vekolîn kevirê bingehîn yê gavên ku ber bi azadiyê ve tên avêtin ku guherînê diafirîne. Di vê çerçoveyê de ji bo ku mirov rewşekê biguhere, divê ku mirov pêşî ji xwe bawer bike.
Nasnameya şoreşgerî bi eşkerekirina van kombûnan di asta hişmendiyê de tê bidestxistin. Bi herikîna jiyanê re, bi armanc û mebestên xwe re paralelî kalîteyê bi dest dixe. Ji nû ve afirandina xwe di xwe de hêmanên bingehîn ên rêya azadiyê pêk tîne.
Şêweya jiyana mirov bi berhevkirina zanyariyên ku di binhişê wî de hatine hilanîn û pratîkên jiyana wî ya berê diyar dibe. Ev yek di ronayiya hafizeya xwe an jî bîra civaka ku ew tê de ye, pêk tê. Dema ku civak cîhana hundirîn ya ferd dirust dike, wekî yekîneya bingehîn ya ferd ruh dide civakê.
Şoreşger, bi zanebûn beşdarî pêvajoya Heqîqetê dibe, xwe û derdora xwe bi watedar dike û zemîna avayiyeke civakekê azad ava dike. Bikaranîna arşîva hişê xwe yê binehiş re bi bandor, jiyan û nefsa xwe bi têkoşîna azadiyê re dike yek û hemû jêhatî û hêza xwe dide vê rêyê. Ji aliyekê ve xisletên neyînî û paşverû yên ku di binhişê civakê de dikevin nava hişmendiyê, li dijî wan bi zanebûn têdikoşe, ji aliyê din ve jî rê li ber jiyanbûna nirxên erênî vedike. Lewma bi guhertin û veguhertina xwe û civakê re, rê li ber azadiyan vedike.
Şoreşger ew kes e ku bi ruhekî leheng, bê hesab, fedakar jiyanê diguherîne. Bi xilasbûna ji koletiya tirsa civakê re pêşengiya bidestxistina vîn, bawerî û cesaretê dike. Bi serdestiya binehişê re, reşbîniyê bi ser dikeve û cîhana xwe ya giyanî bi hêvî û bedewiyê dixemilîne. Ruh û vîna berxwedanê ya têkbirina dijminê xwe li ser vê xetê zindî dike.
Şoreşger pêşengê têkoşîna ku tevna di navbera binhiş û hişmendiyê de dahurandiyî ye. Bi anîna hiş û hişmendiya neyîniyên ku di binhişmendiyê de li ser wî tên ferzkirin û li ser civakê têne xebitandin, bi hişmendî li ser dixebite û jiyanek bi bawerî û israr diafirîne. Bi şikandina zincîrên ku rê li ber lêgerîna azadiyê digirin, dibe pêşeng û afirînerê jiyana nû. Ji ber vê yekê di têkoşîna xwe ya azadiyê de bi zanebûn dibe. Weke şoreşgerên ku di dîrokê de pêşengên têkoşîna azadiya civakî ne, pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd jî bi vê ruh û baweriyê hîmên avakirina têkoşîna azadiyê li hev kirine.
Bîr û binehişê gelê Kurd
Paul Connerton dibêje, “Di her destpêkê de hêmanek bîranînê heye.” Ew ji ezmûnên erênî, hêvîdar û rehberên paşerojê, îlhama xwe digire da ku dijwariyên ku rû didin derbas bike. Lêbelê, berovajî vê jî dibe çêbe. Dema ku encamên giran û wêranker ên rabirdûyê ji bo destpêkek were bibîranîn, dibe ku paşvekişînek jî çêbibe, ji tirsa ku dê heman çarenûs pêk were.
Dîroka gelê Kurd bi serpêhatiyên wêranker ên di encama komkujî û qirkirinan de ava bûye. Ev jî bû sedem ku demeke dirêj li dijî zilm û çewisandinê nekare çalakiyan bike. Ji ber ku kontrolkirina rejîmê li ser bîreweriya civakê, ji xwe bawerî têk bir, tirsan xwar û referansên ku dikarin îlhamê ji paşerojê werbigirin veşart. Heya van demên dawî, dema ku hişê binehiş aktîv bû, bûyer û pêvajo hebûn ku bûn sedema wêrankirina wan.
Derbaskirina vê rewşê bi xeta azadiyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin pêkan bû. Vê xeta berxwedanê, beriya her tiştî binhişê civakê bi awayekî kûr bandor kir, perestgehên tirsê hejand û rê li qutbûnekê pir bingehîn a şoreşgerî vekir. Ji ber vê yekê di hafizeya civakî de ev vegeriya baweriya têkneçûyînê û efsaneyek hemdem.
Ji bo nifşên ku di pêvajoya şoreşê de dest bi jiyana xwe kirin, kêliya ku dihat jiyîn bû serdema lehengiyê. Ji ber ku tirsên ji mêtingeriya kolonyal êdî ji bo van nifşan ne derbas bûn, hêviya azadiyê, baweriya bi serketinê û îradeya serketinê ya mutleq hem hişmendiya civakê û hem jî binehişiya nû afirand û rê li ber hemû pêşketinan vekir.
Ji bo gelê Kurd îro dema bahsa bibîrxistin û aktîvkirina binhişê tê kirin, xeta berxwedan û motîvasyona efsanewî ye ku derdikeve holê.
Çavkanî: Yenî Ozgur Politîka