Darîn Silê/Qamişlo
Ji bo pêkanîna projeyên xizmetguzariya îsal endamê beşa lêkolînê ya Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Hesen Hisên da zanîn ku, wê vê hefteyê dest bi projeyên xwe bikin. Herwiha got, me 900 hezar dolar ji bo pêkanîna projeyan veqetandine.
Ji bo xizmeta gel, di destpêka şoreşa Rojava de, şaredarî hatin avakirin. Tevî êrîşên dewleta Tirkan û dagîrkeriya li herêmê, ji destpêkê heta roja îro şaredariyên bakur û rojhilatê Sûrî bênavber û bi rêxistinî xebata xwe didomînin. Yek ji wan, Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo ye, ku li gorî imkan û pisporiya xwe projeyan amade dike. Herwiha du şaredariyên navendî girêdayî wê hene, şaredariya Tenûriyê û ya Girbawî. Şaredarî her sal projeyan pêk tîne û hewl dide xizmetgûzariyê li nava bajar û taxên girêdayî wê pêş bixe, heriwha xebata xwe jî berfirehtir bike, da xizmetguzarî sal bi sal baştir bibe.
`Emê di dawiya vê salê de tevayiya projeyan bi dawî bikin`
Têkîldarî mijarê endamê beşa Lêkolînê ya Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Hesen Hisên ji me re axivî û got, projeyên ku emê îsal li ser wan kar bikin, wek projeya Serf Sihî, sererastkirina kolanên nava bajêr û qîrkirina riyên sereke ne. Hesen wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mîzaniya me ya îsal berî demekê hat diyarkirin û 900 hezar dolar ji bo şaredariya Qamişlo û şaredariyên pê ve girdayî hatin veqetandin. Heta niha me dest bi projeyên xwe nekiribû, çimkî mîzanî dereng hat. Ji ber wê jî emê vê hefteyê dest bi pêkanîna projeyên xizmetguzariyê bikin û di dawiya vê salê bi dawî bikin.”
`Emê li gorî pêwîstî û hewcedariya herêmê projeyan pêk bîbin`
Hesen teqez kir ku wek komîteya lêkolînê berî ku dest bi projeyan bikin derketine nava bajar û rewşa xizmetguzariyê şopandine û axaftina xwe wiha domand: “Me li gorî pêwîstî û hewcedariya herêmê projeyên xwe diyar kirine. Herwiha emê tevayiya kolanên ku hatine xirabkirin bêxin bernameya xwe û li gorî pêwîstiya heyî kar bikin. Li gorî şopandina hatî kirin gelek kolanên nava bajêr hatine xirabkirin. Ji ber wê jî emê giraniyê bidin vî alî, çimkî çûnhatina erebeyan li nava bajêr zêde ye. Ji bilî projeyên serf sihî û yên sererastkirina riyan, emê selikên çopê li nava bajar belav bikin û nêzî 10 basên gel bînin.”
Tevî êrişên ser herêmê karê şaredariyê berdewam e
Hesen Hisên bal kişand ser bandora êrişên ser herêmê û wiha pê da çû: “Çawa ku tê zanîn êrîşên dewleta Tirkan û dagîrkeriya li herêmê, heta niha jî dewam dikin. Ji ber wê me gelek astengî di pêkanîna projeyên salên çûyîn de dîtin. Digel wan astengî û zehmetiyan jî, karê me nehat rawestandin û me tevayiya projeyên sala çûyî bi dawî kirin. Îsal jî emê hewl bidin ku projeyên xwe bi awayekî serkeftî temam bikin û bibin bersiva êrişên dijmin û dagîrkeriyê.”
Hesen behsa zehmetiyên pêkanîna projeyan kir û wiha got: “Ji ber ku em dikevin dema havînê û germayî zêde dibe, em hin zehmetî di vî milî de dibînin. Herwiha kêmbûna endaman û erebeyên kar bandorê li karê me dikin.”
Endamê beşa lêkolînê ya Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Hesen Hisên di dawiyê de got, em dixwazin di demên pêş de hin projeyên stratejîk li herêmê pêk bînin da ku herêma me ji milê xizmetguzarî ve dewlemend bibe. Herwiha em bang li gel jî dikin ku her tim bi me re alîkar be, çimkî xebat û projeyên me tev ji bo gel in. Ji bo wê jî divê gel piştgiriya vê xebatê bike.