Armanc Hêvî
Têgîna narsîzmê di warê fêmkirina bandorên derûnî yên guherînên civakî ya roja me de têgîneke girîng e. Di wateya ferhengî de Kurmancî “xweperestî, xwehezî” û di Erebî de wek “nercîs” tê pênasekirin. Kesên vê rewşê dijîn weke kesayetên narsîst tên naskirin. Narsîzm di nava xwe de dibe du beş; narsîzma asayî ango normal û narsîzma patolojîk e.(patolojî; êşnasî, nexweşî). Narsîzma normal wek navê xwe jî diyar dibe di her mirovî de bi awayekî xwezayî heye. Pêwîst e mirov wek kesayet ji bo karibe civaka xwe de nav hevsengiyê de bijî bê ku pîvana derbas bike ji xwe hez bike. Di vê wateyê de narsîzm pêdivî ye. Dema ku kesayet wek hebûn, nasname, bi nirx û girîng neyê dîtin bi demê re baweriya xwe ya cewherî winda dike, hesta tenê bûnê dijî. Cihê ku rêzgirtin, alaqadarbûn û muxatap girtin nebîne hêdî hêdî xwe dikişine quncika xwe û di kesayetê de narsîzma patalojîk ango nexweşiya dêrûnî pêş dikeve. Mijara xwe jî ser esasê narsîzmê ku di kesayetê de digihêje asta nexweşiyê bînin ziman. Narsîzma patolojîk de kesayet timî bendê ye ku bê ecibandin, pesnê wê/wî bê dayîn, lê di rastiya xwe de kesayet li beramberê xwe pirsgirêkeke cidî ya jixwe bawerî û rêzgirtinê dijî. Ew nebesiyên xwe jî hewl dide ser mirovên derdorê xwe bidebirîne. Dema li hember xwe erêkirin, pîrozkirin, ecibandin û hezkirin nebîne di hundirê xwe de acizî û tengasiyeke mezin dijî. Li gor vê rewşê carinan pênaseya narsizmê jixwe hezkirinê vediguhere jixwe nefretkirinê. Ew jî têkiliya kesên narsîst û mirovên din de dema bersiva pêwîstiyên kesên narsîst neyê dayîn rû dide.
Di serpêhatî ango mîtolojiya Yewnaniyan de ew çîroka narsîzmê wiha derbas dibe; “Ekho keçikeke perî ya pir xweşik e ku guh nade yên ku evîndarê wê dibin. Rojeke nêçîrvanek dibîne ku nêçîrê dike. Navê wî nêçîrvanê bedew Narkîssos e. Ekho nihêrîna pêşîn aşiqê vî neçîrvanê ciwan dibe. Lê Narkîssos li beramberî vê hezkirinê bersiv nade û ji keçika perî dûr dikeve. Li hemberî vê rewşê Ekho roj bi roj dihele û bi evîna reş di hundirê xwe de girtî dimîne û dimire. Hestiyên laşê wê de mayî vediguhere zinaran û dengê wê jî di nava wan zinaran de vediguhere dengvegerînê. Xwedayên ku li Çiyayê Olîmposê dijîn ji vê rewşê pir hêrs dibin û biryar didin ku Narkîssos ceza bikin. Rojekê Narkîssos, li ser şopa nêçîrê, tî û westayî tê ber çemekî. Dema ku xwe xwar dike ku ji vir avê vexwe, ew bedewiya rû û laşê xwe di nav avê de dibîne. Ew jî heyranê vê bedewiya ku berê ferq nekiribû dibe. Nikare ji wir rabe, evîndarê xwe bûye. Bi vî awayî ne dikare avê vexwe û ne jî dikare li wir xwarin bixwe. Mîna Ekho, Narkîssos jî roj bi roj dihele û tenê bi temaşekirinê jiyana xwe li wir derbas dike. Piştî ku ew dimire, laşê wî dibe kulîlkên nergizê.”
Çarçoveyeke giştî dema narsîzmê dinêrin di roja me de her qada jiyanê de dibînin. Sedemê xwe jî narsîzmê de timî pêwîstiya bal kişandin, xwe ispatkirin û tatmînkirin heye. Bi taybetî medya civakî de parvekirina fikir, wêne, vîdyo û hwd ew rewş ber çavan xuya dike. Di wir de armanceke rast dan û standin, parvekirin û hînbûn tune ye. Tenê çawa karibim balê hemû mirovan bikişînim ser xwe, bibim xwedî hêz û navdar heye. Nêrînê kesan ger ji bo narsîst erênî be ew kesên baş in, lê rexne, ne ecibandin û xemsarî hebin ew kes ne baş in. Li hember wan acizî û redkirin pêş dikeve. Kî çi û çawa kiribe divê kesên narsîst ji wan baştir bike, timî ew bibe rojeva sereke, bi vî awayî hestên hasûdî, nepejirandin jî derdikeve holê.
Mijareke girîng û berfireh e. Hê jî pêwîstî bi lêkolîn û dahûrandinê heye. Di gelek xalan de ew mijar dikarin şîrove bikin. Lê di encamê de kîjan beşê de binirxînin jî rastî heman bingeh û cewherê werin. Di nêrîna min de wek civak dema kesên wê rewşê dijîn bibînin şuna ku ji wan dûr bikevin, dijberî nîşan bidin divê dan û standin, alaqadarbûneke rast ve bikişînin nava xwe. Ew kesan li ku zehmetî dikişinin, sedemê ku ew qas xwe cûda nîşan didin çiye guhdar bikin. Ger baldariyeke li ser vê mijarê pêş bikeve kêm jî be dikarin pêşiya zêdebûna wê nexweşiya derûnî bigirin. Civakbûnê ku bi serdema kapîtalîzmê re ber bi hilweşandinê ve hatiye û bi xwe re gelek nexweşiyê aniye teqez dîsa bi hevgirtin, alîkarî û berpirsyariya cewherî bi dest bixin.