Xalid Etê/Qamişlo
Delweta tirkî ya dagîker bi baregeh û navendên MÎT’a xwe dixwaze serdestî û dagîkeriya xwe li başûrê Kurdistanê mayînde bike. Çavdêrê siyasî yê Başûr got, desthilatê derî ji MÎT`ê re vekir û Başûr bûye qada tesfiyekirina şoreşger û welatparêzên Kurd.
Dli Başûr dîroka baregehên dagîrkeriyê…
Piştî êrişa yekê (Gulana 1983`an) ya dewleta tirkî ya dagîker ya ser başûrê Kurdistanê, li gorî çavkaniyan dagîrker sala 1994`an cara yekê baregeheke leşkerî li navçeya Selah EL-dîn (Pîrmam) ya 36.km ji Hewlêrê dûr, tê avakirin. Jixwe di heman demê de ev baregeh navenda MÎT`ê ye jî. Ya balkêş ew e ku heman navçe weke navenda kombûna malbata Barzanî û rêveberên PDK’ê tê zanîn.
Piştî baregeha li Pîrmamê, sala 1997`an dewleta tirkî ya dagîker, cî û baregehên leşkerî li Hewlêr, Dihok, Zaxo, Batofa, Bamernê, Kanîmasî ava kirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî, baregeha herî mezin li Kanîmasî ye û 580 leşkerên dagîrker û cebelxaniyeke mezin lê hene. Herwisa li Bamernê baregeh û balafirgeha herî mezin ya locjîstîk heye. Baregeha Batofa jî baregeha herî mezin ya istixbaratî ye û li Zaxo ye. Li gorî saziya têkiliyan ya serokatiya dewleta tirkî ya dagîker ku Nîsana 2020`an agahî parve kiribûn, li başûrê Kurdistanê 37 baregehên wan yên leşkerî hene. Lê li gorî çavderên herêmê, jimar ji vê pirtir e. Tê zanîn jî ku ev baregeh bi dirêjiya 10-80 km ji Xabûr (Zaxo) heta Çoman (Soran) ango li parzgeha Dihok û Hewlêr in û bi dirêjayiya nêzî 300.km tên belavkirin.
Baregehên dewleta tirkî ya dagîker yên li başûr tên zanîn: Baregeha Bamernê, Şeladizê, Batofa, Kanîmasî, Kerîbez, Bîkove, Girê Piyê Singî, Sîrî, Kobkî, Qîrmîrî berwarî, Komerî, Koxê Spî, Derî Dawtiya, Serê Zêr, Geliyê Zaxo, Amediyê, Zîlekan (Başîka), Herîr, Zimar, Soran, Keleha Gulan û Sîdekan.
Navendên MÎT’ê
Di gel baregehên ku ji bo karên istxbaratî jî tên bikaranîn, li gorî çavkaniyên xwecihî 4 navendên sereke yên MÎT`ê li Amêdiyê, Batofa, Zaxo (taxa Bêdarê) û li Dihokê (taxa Girê Basî) hene. Herwisa li her du pazgehanê Dihok û Hewlêr gelek navendên piçûk yên MÎT`ê hene
Helwesta gel û hikumeta Iraqê ji baregehên dagîrker
Ji aliyê gelê Başûr ve, êriş û baregeh dewleta dagîrker bênavber tên şermezarkirin. Ev jî bi Raperîna 26`ê Berfanbarana 2019’an ya Şêladizê teqez bû. Şêniyên Şêladizê çalekiyeke serhildanê li ser baregeha dewleta tirkî ya dagîker pêk anîn û alavên wan yên leşkerî şewitandin.
Herwisa ji aliyê hikumeta Iraqê ve baregeh û êrişên dewleta tirkî bi şêwazeke şermoke jî be, hatin şermezarkirin. Herî dawî hikumeta Iraqê bi daxuyaniyekê 19`ê Nîsana 2022`yan, bang li Tirkiyê kir ku êrişên xwe rawstîne, serweriya Iraqê biparêze, hêz û baregehên xwe vekişîne û kiryarên wê weke binpêkirineke ji zagonên navneteweyî, bi nav kirin.
MÎT’a tirkî bi piştgiriya PDK’ê welatparêzên Kurd tesfiye dike
Di encama êriş û hebûna baregeh ku navendên istxbarata tirkî de, li başûrê Kurdistanê bi dehan welatî şehîd bûne. Herwisa ji aliyê MÎT’ê ve şoreşger û welatparêzên Kurd, mîna şoreşger Şukrî Serhed (17`ê Îlona 2021) û Zekî Çelebî (17`ê Gulana 2022) bi êrişeke terorestî li Silêmaniyê şehîd bûn.
`Li başûrê Kurdistanê MÎT’a tirkî serdest e`
Têkildarî mijarê rojamevan û çavdêrê siyasî yê başûrê Kurdisatnê Kawa Nadir ji me re ev nirxadin kir: “Bi pirbûna livûtevger û çalakiyên terorestî yên MÎT’a tirkî, li başûrê Kurdistanê teqez dibe ku plan, proje û serdestiya dewleta tirkî ya dagîrker rojbiroj li başûrê Kurdistanê berfirehtir dibin. Herî dawî, Silêmaniyê jî bûye qadeke ji qadên ku MÎT’a tirkî van planan lê pêk bîne. Mixabin Silêmaniyê ku bi bajarê azadî, çand û rewşenbîrî dihat nasîn û herwiha ji bo têkoşerên kurd wek wargeheke aram bû, îro ji bo berjewendiyên partiyan ku derî ji dagîrkeran ve vedikin, şoreşgerên kurd lê tên kuştin.”
Kawa Nadir herwisa teqez kir ku planên MîT’a tirkî li başûr, ji sala 1991`ê ve dest pê kirine û ev agahî da: “Ji wê demê ve êdî siyaset, aborî û hemû qadên başûr ketine binê serdestiya MÎT’ê. Di tevayiya saziyên herêmê de destê wê tê de heye. Dagîrker, saziyên wê yên istxbaratî û sîxurên wê bi azadî li Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê tev digerin. Jixwe bandora desthilatê li ser wan nîne û weke xwediyên başûrê Kurdistanê tên diyarkirin.”
`Desthilatê derî ji MÎT’ê re vekiriye û hevkara wê ye`
Rojnamevanê Başûr bal kişand ser helwesta desthilatê û lêkolînên saziyên ewleyî yên başûr yên ser van sûcan û wiha got: “Eger kujer neyê eşkerekerin -ku di baweriya min de nayê eşkerekirin jî û lêkolîn jî nayê kirin- ev rewş teqez dike ku destê desthilatê di van sûcan de heye û ew bixwe beşeke ji perojeya tesfiyekirina şoreşgerên Kurd ya MÎT’ê ye.”
`Li Başûr, BEES`Î bi azadî û aramî digerin û şoreşgerên Kurd tên revandin û kuştin!`
Kawa Nadir rol û helwesta desthilata Başûr şermezar kir û axaftina xwe wiha qedand: “Li sernaserê Başûr nerazîbûn li dijîi dagîrkeran û saziyên wê yên xwînrijandinê helwesta nerazîbûnê heye. Jixwe tê zanîn ku armanca van kirinan, şkandina vîna gelê şoreşger e, lê ew bi ser nakevin. Başûrê Kurdistanê û federaliya wê, destkeftiyeke Kurdistanî ye. Pêwîst e ev destkeftî, ji bo tevyiya gelê Kurd wargeheke aram bûya. Ji bo çi endamên rêjîma Sedam, MÎT’a tirkan û BEES’iyên xwinrêjên Kurdan bi azadî û aramî li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê digerin, lê Kurdên azdîxwaz li heman herêmê tên revandin, destgîrkirin û kuştin!”