Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Konferansa 6`an ya Yekîteya Ragihandina Azad ya ku îro saet 9`an li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dest pê kiribû, bi hilbijartina du Hevserokên nû ji yekîtiyê re û endamên Meclisên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.
Berî ku hilbijartinên dawî werin kirin, li ser rêziknameya nîqaş hat kirin. Nîqaş li ser xalên ku pêwîste werin guhertin ji aliyê komîteya dîwan û endamên û kesên di ragihandinê de cih digrin hat kirin. Di encamê de hin xal hatin guhertin û hin jê jî weke xwe man.
Ji bo hilbijartina hevserokatiya Yekîtiya Ragihandina Azad, Malva Elî û Dilyar Cizîrî wek hevserokên yekîtiya ragihandina azad hatin hilbijartin.
Herwiha ji bo hilbijartina endamên meclisên Yekîtiyê li herêmên bakur û rojhilatê jî ev hilbijartin hatin kirin.
-Meclisa Reqa, Tebqa û Dêra Zorê: Hisên Usman, Şiyar Ûmer û Şadiya Mihehmed
-Meclisa Heleb, Şehba û Efrîn: Sozdar Weqas û Mihemed Hisên
-Meclisa Minbic û Kobanê: Şivan Mêsîm, Sîvîliya Ibrahîm.
-Meclisa herêma Cizîrê: Hesen Zaza, Canê Xemgîn, Mizgîn Hesen, Zinar Cafer, Tariq Neqeşbendî û Evîn ibrahîm hatin hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye ku her du salan konferansa Yekîtiya Ragihandina Azad tê lidarxistin, niha jî Yekîtiyê Kongireya xwe ya 6`an li dar xist û bi nîqaşên derbarê ragihandina Azad û hilbijartina hevserok û endamên meclisê yên nû hat bidawîkirin.