Rojnameya Ronahî

‘Agir jî berdin bedena me em gundê xwe bernadin’

Jinên gundikû Mêrganê ku ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê rojên zehmet derbas dikin, diyar kirin ku axa wan li wan tê qedexekirin û ev tişt gotin: “Dewlet dixwaze me birçî bihêle û em gundê xwe walabikin, lê agir jî berdin bedena me em gundê xwe bernedin.”

Artêşa Tirkiyeyê (TSK), di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dest bi êrişeke hewayî û bejahî kir. Êrişa bi hevkariya PDK’ê di 29’an de didome. Ji bo êrişê ji bajarên Qeyserî, Hatay û Bolûyê tîmên tevgera taybet anîne Colemêrgê û li bargehên li ser xetên bi sînor bi cih kirine. Ji ber şerê ku tê meşandin li gundên li ser xeta sînor ji gundiyan re gelek astengî tên derxistin û tê xwestin ku gundî ji gundê xwe derkevin.

Li navçeya Çelê, jinên li mezraya Mêrgan a gîrêdayî gundê Gêman bertek nîşanê êrişê û astengiyên ku ji ber êrişê ji wan re tên derxistin dan û pirsgirêkên ku dijîn anîn ziman.

‘Ji ber qedexeyan nikarin karê çandinî bikin’

Şêniya mezrayê Esmer Demîr, diyar kir ku ji ber zext û zordariya leşkeran her roj bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Ji ber qedexeyên ku ji bo êrişê danîne ser gund em nikarin pezê xwe bibin çêrê. Em fikaran dikin ku pezê me telef bibe. Heke pezê me neçin zozanan û derdorê gund negere wê çawa zikê xwe têr bike. Timik bi ser malên me de digirin. Ji ber şer û êrişan liv û tevgera me ya li gund hatiye qedexekirin. Em nikarin karê xwe yê çandiniyê bikin. Heta ku ev zextên li ser me bi dawî nebin wê rewşa me tim wiha be.”

‘Heta ku em nemırın em ê dev ji axa xwe bernedin’

Di berdewamê de Demîr, da zanîn ku dema diçin zozanan bi astengiya leşkeran re rû bi rû dimînin û derbarê mijarê de ev tişt got: “Axa me li me qedexe dikin. Jiyana me tenê bi nava gund ve hatiye bisînorkirin. Navê ev tiştê ku tînin serê me zilm e. Leşker ji me re dibêjin, ‘Hûn li gund zêdetir nikarin biçin’. 18 sal in li gund de dijîm û her sal ji bo çûyîna me ya zozanan ji me re zehmetiyan derdixin. Dixwazin bi van pêkanînên xwe me li gund birçî bihêlin û em gund vala bikin. Tu niyeta me tuneye em dev ji gundê xwe berdin. Li vir me bikujin û bişevitînin jî em ê axa xwe, gundê xwe bernedin. Mirov carekê dijî û carekê dimire, dema ku em mirin em ê dev ji gundê berdin heta ku em nemirin em ê dev ji axa xwe bernedin. Ji ber ku axa me namûsa me ye.”

‘ji ber qedexeya pisgirêkên aborî dijîn’

Şêniya bi navê Fatma Demîr ku 20 sal in li mezraya Mêrganê dijî jî got ku 20 sal in li gund bi zext û qedexeyan dijîn û ev tişt anî ziman: “Zozanên ku berê em bi serfirazî diçûnê niha ji ber qedexeyan em nikarin biçin wan. Êdî çi hizûra me nemaye. Ji ber astengiyên leşkeran em nikarin ji ber deriyê mala xwe zêdetir biçin cihekî din. Her wiha ji ber wan qedexeya em nikarin pezê xwe biçêrînin. Ji ber vê yêke jî em gelek zehmetî û pisgirêkên aborî dikişînin. Berê em bi serfirazî diçûn war û zozanên xwe me pancar kom dikir û difort.”

‘Armanca wan operasyanan birakujî ye’

Demîr, destnîşan kir ku şer û êrişa li dijî Herêma Kurdistanê bandor li wan jî dike û wiha pêde çû: “Ji ber êrişan li derdora gundê me gelek bargehên leşkerî hatine çêkirin. Bi fikara ku wê bên kuştin em nahêlin êdî zarokên me derkevin derve. Ev der axa me ye lê nahêlin em bi dilrehetî li axa xwe de bigerin. Li her derî şer û pevçûn heye; çar dorê gundê me girtine. Her wiha hemû gundên derdorên me qedexe kirine û weke ‘herêmên ewlehiyê’ îlan kirine. Dibejin, ‘Li dora gundên we tiştên talûke hene’. Me heta niha tiştek wisa ne dîtiye. Kes nizane niyeta dilê wan çî ye. Sedem û armanca şerê ku li heremê dimeşînin ew e ku birakujiyê pêk bînin. Ji vê meqsed û mirazê zêdetir tiştek din naxwazin.”

MA/COLEMÊRG