Rojnameya Ronahî

Jinên ciwan ên Şengalê: Em ê heya dawiyê Şengala xwe ji xayînan biparêzin

Jinên ciwan ên Êzidî yên beşdarî civîna ciwanan bûn destnîşan kirin ku ewê rê nedin ku destkeftiyên li Şengalê hatine bidestxistin werin tunekirin û ew ê ji bo xweseriya Şengalê têbikoşin.

Di konsepta pêymana 9’ê Cotmehê de ji bo pêkanîna hevpêymanê ji aliyê dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê û PDK’ê ve êrişek bê navber li ser Şengalê tê meşandin. Li hemberî êrişên ku li hemberî îradeya azad û daxwaza xweseriyê ya civaka Şengalê tê pêkanîn, Şengalî xwedî li destkeftiyên xwe derdikevin û di nav têkoşînekê bê hempa de ne. Bi armanca nirxandina rewşa dawiyê ya Şengalê civîn tên lidarxistin. Duho jî bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidî û Yekîtiya Ciwanên Êzidî derbarê êrişên li ser Şengalê, li Geliyê Kersê civînek hat lidarxistin. Jinê ciwan ên beşdarî civînê bûn dan zanîn ku ewê li hemberî êrişan bi bilindkirina têkoşîn û berxwedanê bersiv bidin û destnîşankirin ku weke ciwan ewê rê nedin dagirkeran.

‘Wê ciwan rê nedin dagirkeran’

Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidî  Sara Botan derbarê civînê de axivî û da diyarkirin ku ewê li hemberî êrişan li berxwe bidin. Sara Botan axaftina wiha berdewam kir: “Di komxebata xwe de me giranî da li ser êrişên heyî. Weke ciwan di demek wiha de erka me ye ku em rola xwe bilîzin. Rûxmê di van demên dawiyê de artêşa hukumeta Kazimî bi taybet li ser me ciwan zextên mezin dikin jî, weke ciwan em guh nadin van êrişan. Ne tenê ji bo Şengalê weke ciwananên Êzidxanê em amade ne biçin çiyayên azad û tekoşîn bikin. Ji ber em dizanin ku ger gerîla nebe li ser van axan tu gel nikare bijî. Ji bo wê weke ciwan em rê nadin dagirkerî û êrişên qirêj. Em soz didin gelê xwe em ê heya dawiyê Şengala xwe ji xayînan biparêzin. PDK û Hukumeta Kazimî her roj ji bo Şengalê vala bikin her tiştî dikin, lê weke ciwan em ê bibin kelemên çavên wan, em rê nadin wan. Em ê  li gel asayîş, YBŞ û YJŞ ya xwe bin.”

‘Emê Şengalê azad bikin xweseriya xwe saz bikin’

Sara Botan di dawiya axaftina xwe de qala kiryarên PDK’ê jî kir û wiha got: “Serê tevahî aloziyên li ser Şengalê PDK dikşîne. Ne tenê li Şengalê, li Kampên Başurê Kurdistanê gelê me bi her cure zehmetiyê re dihêle. Her roj malên wan dişewitin û ji bo gelê me venegere zextê li ser wan dikin. Weke ku ev têr nake li Şengalê jî bi sîxûrên xwe dixwazin tevlîheviyan çêbikin. Lê weke ciwan em rê nadin van lîstokan. Rûxmê hemû zextên wan jî, em ê wan her tim vala derxin, em ê Şengala xwe azad bikin û xweseriya xwe saz bikin.”

‘Em ê mil bidin milê gerîla’

Yek ji jinên ciwan a beşdarî civînê bû Înas Şengal destnîşan kir ku ew ê ji bo vala derxistina planên dagirkeran ên li ser Şengalê her tiştî bikin. Înas Şengal jî bi van gotinan nêrînên xwe anî ziman: “Îro di civînê de me êrişên li ser Şengalê nirxand, her wiha di pêşerojê de divê sekna me ya ciwanan çibe me bi hev re nirxand. Weke ciwanên Şengalê ji bo em planên li ser Şengalê vala derbixin em ê her tiştî bikin û em amade ne ku ji bo piştgiriya gerîla berê xwe bidin çiyayên azad. Ji ber gerîla me ji fermanê rizgar kirin û îro jî ji bo me hemuyan şer dikin. Em jî amade ne ku bi gerîla re li hemberî dagirkeran şer bikin û em ê mil bidin milê gerîla.”

JINHA