Rojnameya Ronahî

Ziman bi xwedîderketinê tê parastin

Bi rasthatina salvegera Kovara Hawar û cejna zimanê Kurdî, li ser ev asta ragihandina Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û rola wê ya di zimanê Kurdî de, rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê ji ajansa me re axifîn.

Edîtorê beşa Kurdî ya Rojnameya Ronahî û Nivîskar Diyar Botî, da xuyakirin ku êrişên li ser zimanê Kurdî û polîtîkayên bişaftinê pir zêde ne. Lewma asta axaftina bi zimanê Kurdî her ku diçe kêmtir dibe, bi taybetî îro polîtîkayên bişaftinê bi pêşketina teknolojiyê ketine her malekê; ev yek pir xeter e, îro gelek dayikên ku dervayî Kurdî ti zimanan nizanin, zarokekî ku Kurdî nizanin mezin dikin û wiha dom kir: “Êdî dê û zarok hev û din fêm nakin, ev êşeke pir mezin e. Ji ber vê jî di roja me de rola ragihandinê di pêşxistina zimanê Kurdî de girîngtir dibe. Di parastina zimanê Kurdî de sê lingên esasî hene; axaftina bi devkî, perwerde û ragihandin.”

`Bi saya ragihandina kurdî kurdan ji hev fêm kir`

Di axaftina xwe de Diyar Botî, destnîşan kir ku derketina radyo, kovar û televîzyonan di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de roleke girîng lîst. Rola kovar û rojnamayan di parastin û pêşxistinê de heye. Bi taybetî jî kanalên Kurdan roleke girîng lîst, dîroka wê jî xwe dispêre 1995’an. Bi vî awayî gelek herêmên Kurdan ku ji hev fêm nedikirin, hev û din fêm kirin. Ji ber vê ragihandinê, ji aliyekî ve ziman parast û di asteke de pêş jî xist.”

Diyar Botî di warê şîrovekirina dîroka ragihandina Kurdî de wiha pê de çû: “Ragihandina Kurdî di 1998’an de bi rojnameya Kurdistanê destpê kir, destpêkeke pir baş bû; lê zêde berdewam nekir. Dîsa di 15’ê Gulana 1932’yan de di pêşengtiya Celadet Bedirxan de bi hatina gel hev a komeke rewşenbîr bi navê Hawar, kovarek derxist. Sedema ku ev roj weke roja zimanê Kurdî tê pîrozkirin jî ev e. Di 1942’yan de jî weke berdewamiya Kovara Hawar, Kovara Ronahî tê derxistin û ev jî tenê du salan berdewam dike.”

`Rewşa şer bandora xwe li ser pêşxistina ziman û xwendinê dike`

Diyar Botî behsa rojnameya Ronahî kir ku niha kar û xebatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne û da zanîn ku rojnameya Ronahî berdewamiya Kovara Hawar û Kovara Ronahî ye. Navê rojnameya Ronahî jî, li ser navê kovara Ronahî ye. Weke rojnameyeke Kurdî û erebî derdikeve û heftê du caran weke kaxiz tê çapkirin. Ev yek li vê qadê derfeteke mezin e, dikare hem ziman biparêze, hem dikare pêş bixe.

Nivîskar Diyar Botî, wiha dirêjî da axaftina xwe; “lê em nikarin bibêjin ev erka xwe tam pêk tîne. Ji ber ku li Rojhilata Navîn çanda xwendinê pir kêm e. Her wiha ev 10 salan zêdetir e li herêmê şer heye, ev yek jî li ser xebatên ziman û xwendina rojnameyê bandora xwe dike. Her wiha derketina telefonan û înternetê, li seranserî cîhanê bandor li ser xwendinê bûye. Lê dîsa jî hewildana me heye ku em vê çandê bidin rûnişkandin.”

Diyar Botî, da xuyakirin ku Rojnameya Ronahî di weşana xwe de behsa hemû pêwîstiyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Biçûk mezin, di her warê jiyanê de agahiyan dide; qada leşkerî, siyasî, jiyanî, civakî û her wekî din. Dîsa ji bo biçûk û mezinan, ji bo hemû pêkhateya civakê qala wan dike û wiha got: “Dema Kurdek rojnameyeke Kurdî bibîne, tenê ji vê dîtinê bandor dibe. Lewma berê di xewna xwe de jî nedîtibûn, lê rojname îro diçe ber deriyê wî. Qala wî dike û ya herî girîng jî Kurdî ye. Ev yek bandorê dike. Kovara Mizgîn jî weke pêveka Rojnameya Ronahî ji bo zarokan derdikeve.”

Edîtorê beşa Kurdî ya Rojnameya Ronahî û Nivîskar Diyar Botî wiha axaftina xwe bi dawî kir; “bi awayekî giştî hemû dezgehên ragihandinê yên Rojavayê Kurdistanê hev û din temam dikin û erkeke girîng dilîz in. Ev yek jî bi taybetî ji bo nifşên nû derfeteke pir mezin ava dike. Bi vî rengî ez bawer dikim ku ji sê lingan lingekî esasî yê parastin û pêşxistina ziman bi erka xwe radibe.”

`Di her qadên şoreşê de xebatek pêk hat`

Pêşkêşvana Ronahî Tv Hebûn Omer jî, destnîşan kir ku ji bo geşkirina zimanê Kurdî di şoreşa Rojava de di gelek qadan de xebat hatin meşandin û got: “Ji dibistanan heta bi dezgehên ragihandinê, di her qadê de ji bo zimanê Kurdî xebateke berfireh pêk hat; pêşketineke berbiçav hat dîtin, êdî her kes bi rêya ragihandinê edat, ziman û çanda Kurdî nas dike.”

Hebûn Omer, têkildarî rola ragihandinê di şoreşê de da xuyakirin ku ragihandina Kurdî bûyerên ku di nava şoreşê de rû didan bi giştî şopandin û sîstema ku civak xwe tê de birêxistin dike derxist û got: “Li Rojava gelek gav ji aliyê ragihandina Kurdî ve hatin avêtin. Ev gav jî xwedî giringiyekê ne, ji ber rol di danesîna civakan de lîst. Bi taybetî bi şoreşa Rojava re li Rojava şoreşa ragihandina Kurdî pêk hat. ”

`Axaftina kurdî li ser ekranê li xweşiya me tê`

Di nava axaftina xwe de Hebûn Omer, destnîşanî rola dezgehên ragihandinê di şoreşa Rojava de kir û got, “ji dezgehên serekê yê ragihandinê ku karîbûn bi şoreşê re têkevin nava xebatê; Ronahî Tv û Ajansa Nûçeyan a Hawarê bû. Em dibînin çi qasî gelê me ji Ronahî tv fêrî lixwekirina cil û bergê Kurdî bû; ev yek ji nava tişta piraniya caran bi me re derbas dibe, her kes ji me re dibêje cil û bergên Kurdî çi qasî xweşik in, axaftina we li ser ekranê bi zimanê Kurdî li me xweş tê.”

Pêşkêşvana Ronahî Tv Hebûn Omer wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo bilindkirina asta zimanê Kurdî pêwîste her mirovek li ser medya dijîtal bi zimanê Kurdî nûçe yan nerînên xwe parve bike, pirbûna zimanan ne şaş e; dive dest pêkê mirov li zimanê xwe veger e, ev yek giringe ji me her kesî re.”

`Zimanê medya weke kevirekî bingehîn e`

Edîtora beşa Kurdî di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de Canê Xemgîn, bal kişand ser Şoreşa Rojava û ew sores, weke şoreşa ziman jî pênase kir û diyar kir ku di şoreşê de derfeta perwerdeya bi zimanê Kurdî hat peydakirin û wiha dom kir, “gelê ku rastî ew qas zehmetiyan hatiye, layîq e ku bibe xwedî medyayeke ku bi rastî jî wêrek û çalak be. Bi hest, qirîn, azar, êş û rastiyên li vê erdnîgariyê diqewimin û şoreşa ku bi zimanekî xweş bi zimanê wan ê dayîkê derxîne; lewra jî ev berpirsyariya herî mezin dikeve li ser mile ragihandinê.”

Canê Xemgîn, di destnîşankirina li ser giringî û asta çapemeniya Kurdî de da xuyakirin ku ziman di medya û çapemeniyê de weke kevirekî bingehîn e; çi qasî zimanekî baş û xîtabek bi hêz di medya de were kirin, ew qasî armancê wê medyayê, bîrdoziya ku dixwaze belav bike bi cih dibe.

`Li rojava çavkaniya sereke anha ye`

Canê Xemgîn, destnîşan kir ku Ajansa Nûçeyan a Hawar bi berpirsyariya xwe ya dîrokî ferq kir; ji destpêkirina şoreşê agahdarkirin, perwerdekirina civakê barê parastin û pêşxistin zimanê Kurdî hilda ser milê xwe, karîbû heta astekê pir baş di nava civakê de çand û zimanê dayîkê belav bike û wiha dom kir: “Ji ber ku têgehên ku di medya de tên bikaranîn; hem weke çavkaniyeke di milê rêzimanê Kurdî de ji bo civakê esas tê girtin û hem jî li ser qadên jiyana şêniyên li vê herêmê bandor dikin. Ji ber ku her têgehek tê bikaranîn bi xwe re têgîn diafrîne. Dema em qala pêşxistina ziman dikin, nayê wê wateyê ku em tenê hin peyv, têgeh û hevokan li zêde û nû bi kar bînin; helbet ev jî nav de heye, lê li kêleka wê jî tê wateya pêşxistina fikir, jiyanê û pêşxistina asta civaka li vê herêmê jiyan dike û bandorek mezin li ser wan çêdike.”

Canê Xemgîn da zanîn ku Ajansa Nûçeyan a Hawar ji bo yekkirina xîtaba Kurdî, afirandin û pêşxistina zimanê akademik di nava civakê de kedek mezin da û wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê qanalên din yên Kurdî, çavkaniya wan a sereke ANHA ye. Em dizanin di her herêmekê û bajarekê de radyoyên herêmî hene, di aliyên nûçeyan de yê ku çavkanî esas digrin ANHA ye. Ji lewra jî barê herî mezin dikeve li ser milê ajansên ku xebatên nivîsikî didin meşandin.”

`Zimanê ragihandinê xîtabê her kesî dike`

Di axaftina xwe de Canê Xemgîn, bal kişand ser zimanê ragihandinê û diyar kir ku ji zimanên zanistî, dibistan û lêkolînan cudatir e; ji ber yekser nameya ku dixwaze bigihîne digihîne şopînerê xwe, ya din jî zimanekî pir sade bi kar tîne. Dibe ku lêkolîn an jî akademî xîtaba hin beşên civakê tenê bikin, lê belê medya ne wisa ye; dikare xîtabê şivan, mamoste û dayîkekê bike û wiha dom kir, “lewra jî tiştên têkildarî ziman nûçeyên bi Kurdî, dosya û raporên ku tên çêkirin û belavkirin, ji bo her kesê wê çanda ku bi zimanê Kurdî di jiyana xwe  ya rojane de bikartînin bi demê re vê yekê pêşdixîne.”

Edîtora beşê Kurdî di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de Canê Xemgîn di dawiya axaftina xwe de 15’ê Gulanê; hem cejna zimanê Kurdî û hem jî salvegera derxistina kovara Hawarê li hemû gelê Kurd, hemû kesayetên ku ked û xebatên hêja meşandine, li hemû rojnamevanên di xeta çapemeniya azad de kar dikin, pîroz kir.

ANHA